Li Girtîgeha Bafrayê li hember girtiyan binpêkirin zêde bûn

  • 09:14 30 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Selahattîn Demîr ji 1’ê Adarê de ye li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Latîfe Demîr, da zanîn ku girtiyên koma ewil ên di grevê de rewşa wan giran e û bang kir ku divê dawî li vê bêdengiyê bê, bila CPT  û desthilatdarî berpirsyariya xwe bînin cih. Latîfeyê her wiha da zanîn ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehan binpêkirinên mafan du qat zêde bûye.
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li girtîgehan hat destpêkirin didome. Ji 1’ê Adarê û pê ve hejmara girtiyên ketin grevê gihaşt 7 hezarî. 
 
Girtiyê bi navê Selahattîn Demîr ji sala 1992’an heta niha girtî ye û ev 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Latîfe Demîr axivî û diyar kir ku pêkanînên kêfî yên li hember girtiyan bi taybet piştî grevên birçîbûnê zêdetir bûne.
 
‘Wê hîna heta ku derê bêdeng bimînin?’
 
Latîfeyê bi lêv kir ku hevjînê wê di gelek girtîgehan de maye û got ev 7 sale jî li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê ya Samsunê dimîne û got: “Di hevdîtina dawî ya telefonê de got ew jî ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye. Di 1’ê Adarê de 6-7 kes ketine grevê, lê 60 girtiyên bi mehan berê ketine grevê hene. Selahattîn got rewşa wan ne baş e. Got rewşa wan niha baş e lê ya wan jî her diçe xirab dibe. Ez nizanim rayedar wê heta ku derê bêdeng bimînin. Bila mirov dengê xwe derbixin.  Hevjînê min got heta tecrîd ranebe wê çalakiya wan bidome.”
 
‘Bila CPT dawî li bêdengiya xwe bîne’
 
Latîfeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê CPT û desthilatdarî demildest dawî li bêdengiyê bînin û got: “Bila daxwazên wan bên cih.  Bila hemû cîhan bizanin ku wan çi kişand.  Ez wek xizma girtî dixwazim tecrîd rabe. Ev tecrîd li ser me hemûyan e. Divê CPT demildest bikeve tevgerê. Em destûr nedin mirinan. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin.”