Li Wanê banga ji bo rayedaran: Divê Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne
- 09:12 30 Adar 2019
- Rojane
WAN - Jinan ji bo grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, banga piştgiriyê kirin û ev bang li rayedaran kirin: “Divê Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne. Tişta divê rayedar bikin, ne bêdengî ye, divê demildest dawî li tecrîdê bînin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 143’emîn de didome. Piştî Leylayê li gelek welat û hemû girtîgehan bi heman daxwazê grev hatin destpêkirin. Jinên piştgirî dan berxwedanê bang kirin ku divê ev bêdengî demildest bi dawî bibe.
‘Heta tecrîd neyê şikandin azadî tune ye’
Jina bi navê Belkiza Abî bi lêv kir ku heta tecrîd neyê şikandin nikare behsa demokrasî û azadiyê bê kirin û wiha pê de çû: “Heta tecrîda li ser Rêberê me neyê şikandin gelê me nikare azad bibe. Wê li welat aramî tune be. Êdî dema ku bê windakirin nemaye. Divê jin tecrîdê bişkînin. Em ê hîna heta ku derê wek koleyan bijîn?”
‘Çapemenî ji nedîtîve tê’
Jina bi navê Şukran Duman jî destnîşan kir ku çapemeniya alîgir grevên birçîbûnê ji nedîtîve tê û wiha pê de çû: “Greva Leyla Guven ket roja 143'an. Li hemû girtîgehan bi hezaran kes di grevê de ne lê tu televîzyon wan nade. Tenê di televîzyonên Kurd de tên dîtin. Leyla Guven ji bo siberoja me ket grevê. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Tiştê divê rayedar bikin, ne bêdengî ye, divê demildest dawî li tecrîdê bîne.”
Jina bi navê Bahar Orhan jî anî ziman ku divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bikaribe hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: “Divê Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne. Em naxwazin grev bi mirinê encam bibin. Ev daxwaz rewa ne.”