Endama MYK’a Partiya Şoreşger: Desthilatdarî giraniya pêvajoyê nikare ragire

  • 09:02 30 Adar 2019
  • Rojane
Habîbe Eren-Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK’a Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, diyar kir ku grevên birçîbûnê pêl bi pêl belav dibin û pêngavên desthilatdariyê yên ji bo dîtbarî tên avêtin jî kesî razî nake.  Burcugul wiha got: “Desthilatdarî giraniya pêvajoyê nikare ragire. Bi qebûlkirina daxwazan re pêvajoyeke ku wê bi dawî bibe  heye. Ji bo ev pêvajo bi dawî bibe divê daxwaz bên cih.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 143’emîn de didome. Piştî Leylayê bi heman daxwazê li hemû girtîgehan girtî tevlî grevê bûn û ji 1’ê Adarê şûnde hejmara girtiyên ketin grevê gihaşt 7 hezarî. Di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yan a Tekîrdagê Zulkuf Gezen, di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze a Jinan Ayten Beçet, di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu Zehra Saglam, di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî Medya Çinar li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Tevî vê bêdengiya desthilatdariyê didome.
 
‘Berxwedan bi pêşengiya jinê dest pê kir’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk  asta grevên birçîbûnê û bêdengiya rayedaran nirxand û got greva di şexsê Leyla Guven de hatiye destpêkirin berxwedan e û got: “Kodek dewletê heye. Dibêjin jin be raste rast ‘lêxe’.  Sedema ku dewlet jinê hedef digire ev e ku jin heta dawî berxwe dide û îradeya wê tu car naşikê. Çalakiya Leyla Guven li dijî xepskirina maf û polîtîkayên tecrîda 17 sale kûr bûye, pêk hatiye. Niha nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Di nav van de sosyalîst jî hene.  Ji bo deng bidin dengê Gelê Kurd ketin grevê.  Ji ber tecrîd  ne pirsgirêka gelekî an jî komek mirov e. Tecrîd ji bo hemû civakê mijarek sereke ye.”
 
‘Em xebatan dimeşînin’
 
Burcugul daxuyakirin ku  grevên birçîbûnê parastina rûmeta mirovahiyê ya li dijî sûcê mirovahiyê tê kirin e û ev tişt anî ziman: “Jin heta dawî xwedî li grevên birçîbûnê derketin û bi pêşengiya jinê ev çalakî pêk hat. Em jî li bajarên rojava hewl didin ku dengê wan bidin bihîstin. Ji bo vê xebat girîng in.  Grevan nîşan dan ku kêr gihaştiye hestî. Em vê dizanin û bêguman desthilatdar jî dizane.”
 
‘Ger mafê definkirinê nemabe wê demê mirov nikarin behsa mafekî din bikin’
 
Burcugulê balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne û got: "Li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, dema ku giran giran tên kuştin, danîna holê ya îradeyê ye. Revandina cenazeyan  pirsgirêka sereke ye. Dema kesek bimire mafê wan ê herî xwezayî mafê definkirinê ye. Lê ev binpêkirin demek dirêj in hene. Êrîşî goristanan dikin, cenazeyan direvînin.  Ger li vî welatî mafê definkirinê bê astengkirin mirov nikarin behsa mafekî din bikin."
 
 ‘Jin wê tecrîd û faşîzmê bişkînin’
 
Burcugulê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî Leyla Guven bi hezaran jinî piştgirî daye çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Jin li her derê rastî zextan tên. Jin li girtîgehan jî rastî zextan tên û li dijî vê îradeya xwe datînin holê. Îradeya jinê wê tecrîd û faşîzmê têk bibe.  Pêngavên dewletê yên tenê ji bo dîtbarî tên kirin kesî razî nake. Desthilatdarî giraniya pêvajoyê nikare ragire. Bi qebûlkirina daxwazan re pêvajoyeke ku wê bi dawî be  heye. Ji bo ev pêvajo bi dawî be divê daxwaz bên cih.”