Pervîn Buldan ji Îdirê bang kir: Em ê teqez bi ser kevin
- 17:26 29 Adar 2019
- Rojane
ÎDIR - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ku di mîtînga Îdrê ya HDP'ê de axivî, banga çûna ser sindoqê li hilbijêran kir û wiha got: "Em ê teqez bi ser kevin."
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tevli mîtînga Îidrê ya ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat lidarxistin bû. Mîtînga li Qada Şaredariyê hat lidarixstin parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, namzedê hevşaredar ên Îdrê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş, namzedên hevşaredariyê yên navçeyên Îdrê tevli bûn. Welatiyên ku li gel def û zurneyê tevli mîtîngê bûn. Jinan bi kincên xwe yên reng bi reng qad xemilandin.
Bi destpêkirina mîtîngê re, namzeta hevaşaredariyê Eylem Çelîk gel silav kir û wiha axivî: “Îdirê weke Çiyayê Agirî ya biheybet û agirê Newrozê agir berdan dilê hemû gelan. Em baş dizanîn ku Îdir dê bi ronahiya agirê Newrozê bi serkeftinê şiyar bibe.” Dûre namzet Yaşar Akkûş, axaftinek kurt kir û wiha got: “Emê hemû bibin yek. Îdir pêvajoek dîrokî dijî. Di 31’ê Adarê de emê dersek xweş bidin vane.”
'Jinên Îdrê îro hîn xweşiktir û Îdir hîn xwestir e'
Piştî namzetan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derket ser dikê û gel silav kir û axaftina xwe kir. Pervîn bi bîr xist ku wan ji Cizîrê dest bi gera xwe ya hilbijartinê kir û îro mitînga fînalê li Îdirê pêk tînin. Pervîn da zanîn ku ji ber ew îro mitînga fînalê li Îdirê li dar dixin gelek kêfxweş, kelecan û bi moral e û got: “Îdir îro hê xweştir e. Jin, ciwan, azerî, kurd, tirk û terekeme mil dane milê hev û xweşiktir in.”
'Du rojên Îktîdara AKP'ê man'
Pervîn bal kişand ser tengezariyên aborî û wiha dewam kir: “AKP’ê li ser vê axê feqîr û belengaz kiriye. Hezkirin, edalet û aramiyê xelas kiriye. Du rojên îktîdara AKP’ê man. Tu tiştek nedan gel û gel mexdûrttir kirin.Îdir mozaîka gelan û em vê diparêzin. Îktîdar jî dixwaze vê mozaîkê hilweşîne. Ji bo li ser îktîdarê bimînin çi ji destê wan tê dikin. Hemû lîstikan pêk tînin. Em ji AKP’ê re vê dibêjin; Di 31’ê Adarê de wê bayê HDP’ê li her devera Tirkiyeyê ba bibe. Em dibêjin wê ev îktîdar di 31’ê Adarê de biçe û rêwî ne.”
'Pêvidviya gel bi aramiyê heye ne bi girtîgehan'
Buldan anî ziman ku hemû çandinî û sewalkariya li Deşta Îdirê qedandin û di şûna ji gel re xizmeta aborî û îstîhdama çandiniyê bikin lê girtîgeh çêkirin û zêdekirin. Pervîn got çi fabrîkayên hebûn jî yek bi yek tên firotinê. Pervîn got pêdiviya Îdiriyan ne bi girtîgehan pêdiviya wan bi aramî, aborî, aştî, azadî û demokrasiyê heye.
Buldan bersiv da gotina “Ez aborînas im” a Serokkomar Erdogan û got: “Aboriya wan aboriya 17-25’ê Kanûnê ye. Aboriya wan aboriya nelirêtiyê û veşartina pereyan a di qutiyên pêlavan de ne. Niha jî derketiye dibêje ‘ez ê aboriyê birêkûpêk bikim.’ Yaw ma tu yê ku dera aboriyê rast bikî? Hûn bi kîjan aliyê meseleyê digirin di destê we de dimîne. Însan êdî bi derewên wan bawer nake. Însanan mexdûrî kartol û pîvazan kirin.”
'Ew mirovê aştiyê ye'
Pervînê bertek nîşanî gotinên Erdogan ên li dijî Ahmet Turk jî da û got: “Tayyîp beg duh derketiye û hêja û însanê aştiyê Ahmet Turk hedef nîşan dide. Ew mirovê aştiyê ye. Ji ber ku bûye namzet ewqas êrîşî wî dikin. Ne hedê tu kesî ye hêja Ahmet Turk krej bikin û gotinan jê re bêjin. Em ji vir bi hezaran silavên xwe ji Ahmet Turk re dişînin.”
'Dengek jî ji bo me girîng e'
Pervîn da zanîn ku 31’ê Adarê firsendek dîrokî ye û got: “Em di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin wan. Biçin deng dayînê ev hilbijartinek gellek girîng e. Dengek jî gellek girîng e. Em xwedî li deng, vîn û sindoqên xwe derkevin.”
Mitîngê bi govendê berdewam kir.