Dayikên Aştiyê bang li rayedaran kirin: Gavê biavêjin
- 17:22 29 Adar 2019
- Rojane
BEDLÎS - Dayikên Aştiyê li Tetwanê hatin gel hevdu û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin. Dayikên Aştiyê gotin:"Êdî gavê biavêjin."
Dayikên Aştiyê yên Bedlîsê derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan de li ber Buroya Hilbijartinê ya Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tetwanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Dayikên Şemiyê dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Jin jiyan azadî" berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Gulperi Îlbasan hat kirin. Gulperiyê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û di serî de Leyla Guven hemû çalakgerên di grevê de ne slav kir.
'Em bêdengiyê şermezar dikin'
Gulperiyê da zanîn ku niha rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de ne ne baş e û wiha got:"Em wekî Dayikên Aştiyê, em aştiyê dixwazin. Em li vir bang li Wezîrê Dadê dikin. Bila edalet pêk were. Lê em dizanin ku li Tirkiyeyê edalet nemaye. Îro gelek kesî bedena xwe dane ber mirinê lê di serî de Serokkomar hemû rayedarên hikumetê bêdeng in. Em vê bêdengiyê şermezar dikin."
'Em ê teqez bi ser bikevin'
Gulperiyê herî dawî wiha got:"Niha tecrîda Îmraliyê gelekî giran bûye. Çûyina ji bo Îmraliyê her carê tê astengkirin. Rewşa kesên di gireva birçîbûnê de ne giran e. Divê êdî hikumet gavekê biavêje. Em ê wekî Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî li ba serîhildirên di greva birçîbûnê de ne bin. Em ê teqez bi ser bikevin."