Dayikên Berxwedêran: Em ê heta dawî şopdarê doza zarokên xwe bin

  • 17:17 29 Adar 2019
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
QAMIŞLO - Dayikên cangoriyan di pîrozbahiya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber dijminê mirovatiyê ji aliyê zarokên wan ve hatiye têkbirin, ew gelek kêfxweş in.
 
Bi munasebeta têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê li her derê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şahî tên lidarxistin. Her wiha li Bajarê Qamişloyê jî şahiyeke bi tevlîbuna dayikên têkoşeran a girseyî hat lidarxistin. Dayikên cangoriyan hestên xwe yên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji DAÎŞ’ê anîn ziman û wiha gotin: “Em bi şehadeta zarokên xwe serbilind in. Zarokên me ji bo ku em  şahiya serfiraziyê li dar bixin canê  xwe feda kirin. Em ê şopdarê doza wan bin.”
 
'Em hêvî dikin ku Efrîn jî bê rizgarkirin'
 
Dayika têkoşer Rêwan a bi navê Şaha Osman hestên xwe yên di derbarê têkbirinaDAÎŞ’ê de anî ziman û wiha got: “Ez di serî de vê roja ku  li tevahî cîhanê  deng vedaye, li Serok Apo, hêzên QSD,YPG û YPJ’ê û tevahî malbatên şehîdan pîroz dikim. Îro em li vir şahiya rizgarkirina Bakur û Rojhilat ji çeteyên DAÎŞ’ê pîroz dikin. Em xwedî vê hêviyê ne ku em ê şahiya rizgarkirina Efrînê û têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê pîroz bikin. Em hêvî dikin ku Efrîn jî bê rizgarkirin. Em ê roja rizgarkirina Efrînê weke vê rojê bikin roja ronahiya li cîhanê. Ez vê roja ronahiyê li jina kurd Leyla Guven û heval ên wê yên çalakvan jî pîroz dikim û hêvî û daxwaza wan bila pêk bê."
 
'Em ê heta dawî şopdarê doza zarokên xwe bin'
 
Her wiha dayîka bi navê Nofa Salih Muşrif jî wiha  axivî û got: “Ez dayika şehîd Murad im. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind û bextewar im. Çimkî ez xwedî vê zanînê bûm ku kurê min di rêka bi şeref de canê xwe feda kiriye. Wan ji bo parastina nirxên mirovatiyê canê xwe feda kirin. Em ê heta dawî şopdarê doza zarokên xwe bin.”
 
'Ev roj ji bo me weke rojeke nû ye'
 
Dayîka cangorî Şêro Sûad Xelîl jî hestên xwe wiha bi lêv kir: “Ev roj ji bo me rojeke pîroz e. Ez vê rojê li tevahiya Gelê Kurd pîroz dikim. Em bi saya pêşengên xwe YPJ,YPG û QSD’ê bi ser ketin. Ew roja reş ya ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser me de anîbû rabû û li şûna wê de welatê bi ronahî ava bû. Ev roj ji bo me weke rojeke nû ye. Em weke dayikên şehîdan xwedî vê hêviyê ne ku em serokê xwe jî di nava xwe de azad bibînin.”