Konvoya HDP'ê li nava Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
- 16:29 29 Adar 2019
- Rojane
AMED - HDP'ê îro piştî ku mîtînga xwe ya wê li Amdê li dar bixista ji ber baranê betal kir, bi konvoyeke ku ji sedan wesayit pêk dihat li nava bajêr geriya. Konvoya HDP'ê ji aliyê Amediyan ve bi coşek mezin û bi nîşana serkeftinê hat pêşwazîkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro mîtînga xwe ya ku wê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li dar bixista ji ber barana zêde betal kir. HDP'a ku mîtîng îptal kir, bi sedan wesayit anîn gel hev û bi konvoya hilbijartinê ku pêk anî li nava bajêr geriya. Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê, namzedên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçuk Mizrakli û namzedên navçeyên navenda Amedê yên hevşaredariyê li ser otobusa HDP'ê ya di nava konvoyê de gel silav kirin.
Gera konvoya HDP'ê ya li nava bajêr geriya û welatiyan bi nîşana serkeftinê ew pêşwazî kir li Pira Alîpinarê hat bidawîkirin.