Platforma Jinan: Em ê şopdarê vê dozê bin
- 15:56 29 Adar 2019
- Rojane
MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsîn, Tarsûs û Edeneyê li hemberî danişîna zaroka ku ji hêla melayê camiyê ve rastî êrîşa zayendî hat li ber Edliyeya Tersûsê kom bûn û daxuyanî dan û gotin ku dê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.
4'emîn danişîna zaroka ku ji hêla melayê camiyê M.D'ê ve rastî êrîşa zayendî hat di Dadgeha 2'yemîn a Cezayê Giran a Tarsûsê de hat dîtin. Platforma Jinan a Mêrsîn, Tarsûs û Edeneyê bi minasebeta danişînê li ber avahiya Edliyeya Tarsûsê civiyan û daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa dozê û wiha gotin: "Pergala edaletê ya li hemberî sûcên îstîsmarên zayendî qels in. Em jî vê pergalê qebûl nakin. Li gel delîl hene jî sûcdar hêj jî girtî nayê darizandin. Sûcdar ji hêla kê ve tên parastin em dixwazin hîn bibin."
Jinan destnîşan kirin ku dê her tim şopdarê dozê bin ku bila sûcdar bên cezakirin.
Di sala 2015'an de li Edeneyê zarokek ji hêla melayê camiyê M.D'ê ve rastî îstîsmara zayendî hat. Piştî ku zarok bûyer ji mamosteyê xwe re vegot bûyer derket holê. Di danişîna yekem de hat girtin lê di danişîna duyem de jî serbest hat berdan. Tevî ku delîl hebûn jî sûcdar serbest tê darizandin.