4’emîn Mihrîcana Şanoya Yekta Herekol hat destpêkirin
- 15:52 29 Adar 2019
- Çand û Huner
QAMISLO - Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 14'emîn ya şehadeta Pekrewan û Hunermend Yekta Herekol Navenda Çand û Hunera Mehmed Şêxo ya Bajarê Qamişloyê 4’emîn Mihrîcana Şanoya Yekta Herekol li dar xist.
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 14'emîn ya şehadeta Pekrewan û Hunermend Yekta Herekol Navenda Çand û Hunera Mehmed Şêxo ya Bajarê Qamişloyê 4’emîn Mihrîcana Şanoya Yekta Herekol li dar xist. Di mihrîcana şano de bi dehan sazî û dezgehên sivîl û endamên çand û hunerê amade bûn.
Di roja yekemîn de Koma Reqayê Şanoya bi navê “Şeva Mîladê” li dar xist.
Paşê nîqaş ji aliyê kesên hazir ve li ser şanoyê û rola wê di hunerê de hat kirin.
Mihrîcana şanoyê berdewam dike.