Eraziyê çandiniyê di bin avê de man
- 15:07 29 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji ber barana ji serê sibê ve dibare, li gelek cihan lehî rabû. Araziyên çandiniyê yên li gundan û hin mal dibin avê de man.
Li Mêrdînê, ji ber baran zêde ya ji serê sibê ve dibare, li gelek cihan lehî rabû. Mal û araziyên gundiyan dibin avê de man. Li navçeya Qoserê baranê bandorek mezin kir û lehî rabû. Ji ber barîna zêde araziyên çandiniyê dibin avê de man. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qoserê û Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk welatiyên ji ber lehiyê zirar dîtin, ziyaret kirin.
Tûma diyar kir ku divê di demek kurt de zirar welatiyan bê tespîtkirin û wiha got: “Divê ekîbên AFAD û Qeymeqamtiya Qoswerê zirara welatiyan tespît bikin û zirara welatiyan bên pêşwazîkirin. Emê şopdarê bûyerê bin.”