Li Cizîrê ji bo îfadeyê bangî namzetên hevserokatiya şaredariyê kirin
- 13:16 29 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Muduriyeta Emniyeta Cizîrê ji bo îfadeyê bangî Namzetên Hevserokatiyê ya Şaredariyê û Komîteya Tertîpa Newrozê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig hat kirin.
Ji hilbijartinên herêmî yên ku ew ê di 31'ê Adarê de pêk were demek kurt ma. Dê îro li Cizîrê ji bo hilbijartinê konvoya fînalê bihata kirin û serdana esnafan bihata kirin. Berî vê yekê Muduriyeta Emniyeta Cizîrê ji bo îfadeyê bangî Namzetên Hevserokatiyê ya Şaredariyê û Komîteya Tertîpa Newrozê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig hat kirin.
Hat hînbûn ku ji aliyê emniyetê hatiye gotin ku ger Bêrîvan û Mehmet ji bo îfadeyê neçin emniyetê dê li partiyê wan bigirin bin çavan. Nayê zanîn ku ji bo ew ê îfadeya Mehmet û Bêrîvan bên girtin.