Binçavkirina belavkara Rojnameya Yenî Yaşamê hat dirêjkirin
- 12:31 29 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN – Di 24’ê Adarê de di serdegrtina malê de belavkara Yenî Yaşamê Mızgîn Sirnaç a ku hatibû bivçavkirin dema binçavkirina wê hat dirêjkirin.
Di 24’ê Adarê de di encama serdegirtina malê de belavkara Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku Mızgîn bi îdaya “xebatên rêxisitnê rêve dibe” hatiye binçavkirin. Duh îfadeya Mızhîn li emniyetê hat girtin û îro sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi awayekî kêyfî dema binçavkirina Mızgîn heta roja duşemê dirêj kir.
Herwiha ji aliyekî din ve jî li Mêrdîn û navçeyên wê di dîrokên cuda de di serdegirtina malan de 26 kesên ku hatibûn binçavkirin jî dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin û piştre ji van kesan 14 kes dema binçavkirina wan heta roja duşemê hat dirêkirin û 12 kes jî hatin berdan.
Kesek hat binçavkirin
Her wiha di saetên serê sibehê de polîsan li Mêrdînê bi ser mala welatiyê bi navê Mehmet Zekî Akgul de girt û kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê. Mehmet Zekî berê jî ji ber ku dema cenazeyê Medya Çinar a li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat girtin li ber nexweşxaneyê bû hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû derbkirin.