'Navê wezaretê edalet e lê edalet nîne'
- 12:10 29 Adar 2019
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Guler Bugday diyar kir ku li dijî mirinan wan li ber avahiya Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin û wiha got: "Li dijî mirinan ev 3 rojin li ber avahiya wezaretê ne û peywirdar naxwazin bi me re hewdîtinê pêk bînin. Lê em ê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin."
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçibûnê ya bêdem û bêdorweger ku hatibû destpêkirin didome. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan 3 rojin hewl didin ku bi Wezareda Dadê re hevdîtinê pêk bînin lê heta niha tu encam negirtine. Wezareta Dadê bi hincetên cuda nexwest bi 8 malbatên girtiyan re hevdîtin pêk bîne. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji ber hilbijartinê dê navberê bidin çalakiya xwe, lê piştî hilbijartinê dê çalakiya xwe ya li ber avahiya wezaretê bidomînin.
'Li dijî mirinan têbikoşîn'
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Guler Bugday û Aklîme Keskîn bang li hikûmet û raya giştî kirin û gotin ku li dijî mirinan bila demildest hewldan bên kirin. Guler, di axaftina xwe de bal kişand ser greva Leyla Guven û girtiyên siyasî û wiha axivî: "Bi mehane girtiyên siyasî û Leyla di greva birçibûnê de ne. Her wiha bi tevahî li girtîgehan 7 hezar girtî di grevê de ne. Ev şermeke mezin e û şerma Tirkiyê ye. Li dijî bêdengiyê me biryarek da û me berê xwe da Enqerê ye. Em dikarin bi hewldanên xwe mirinan rawestinin. Em daxwaz dikin ku tecrîd ji holê rabe."
‘Edalet nîne'
Guler, destnîşan kir ku bi dehan salin têkoşînê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû cîhan jî dizane ku em bi dehan salin ji bo aştiyê têdikoşin. Navê Wezaretê edalet e, lê edalet nîne. Heke edalet hebiya dê bi me re hevdîtin pêk bianiya. Ew jî dizanin ku her roj bedena zarokên me dihele, lê bêdengin."
‘Azadiya kurdan azadiya Rojhilata Navîn e'
Guler, da zanîn ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî hemû kurdan pêk tê û wiha got: "Tecrîd li hemberî ziman û çanda me jî tê kirin. Ji ber ku em aştiyê dixwazin li hemberî me jî tecrîd tê bikaranîn. Bi kuştinê nikarin me xilas bikin. Tiştên ku em dixwazin hiqûqî û mirovî yê. Em ji bo berxwedêran têdikoşin û em ê heta dawiyê jî têbikoşin. Heta ku Gelê Kurd azad nebe gelên li Rojhilat Navîn jî azad nabin."
‘Çalakiya me dê bidome'
Guler di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev bû çend roj em li ber avahiya wezaretê ne. Lê kesekî guhdarê daxwazên me nakir. Heke tecrîd ranebê dê mirin bidomin. Divê di serî de jin li hemberî tecrîd û mirinan serî rake û têbikoşe."
‘Li dijî tecrîdê têkoşîneke hevpar hewce ye'
Endama Dayikên Aştiyê Aklîme Keskîn destnîşan kir ku êdî ne seat ji bo me deqîqê mûhim e û wiha got: "Di şexsê Leyla Guven de bi hezaran kes di greva birçibûnê de ne. Divê herkesekî helwestek wan hebe. Li dijî tecrîdê têkoşîneke hevpar hewce ye."