Li Şehbayê pêşengeha karên destan hat vekirin

  • 12:01 29 Adar 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Bi dirûşma ”Azadiya Jinê Azadiya Civakek Demokratîk e” Komîteya jin a Çand û Hunera Kantona Şehbayê pêşengeheke li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.
 
Komîteya Jinê ya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê bi dirûşma”Azadiya Jinê Azadiya Civaka Demokratîk e” pêşengeha karên destan hat lidarxistin.
 
Bi beşdarbûna hemû saziyên Kantona Şehbayê, Rêveberiya Xweser û Kongra Star ya Efrînê, axaftin li ser navê rêveberiya Meclîsa Kantona Şehbayê Wafe Husên hat kirin, di axaftinê de wiha hat gotin: “Jin pêşenga civakê ye û berxwedana wê di dîrokê de tê nivîsandin. Berxwedana herî mezin jî çalakiya Leyla Guven ya ji bo rakirina tecrîdê ye.” 
 
Piştî axaftinê koma govendê ya Şehbayê û Şano li ser azadiya jinê û girîngiya wê di civakê de hatin pêşkêş kirin. Pêşengeh ji aliyê Rêveberiya Kantona Şehbayê Wafe Husên hat vekirin.
 
Jinên ku beşdarî pêşangehê bûn nêrînên xwe parve kirin û gotin:“Ev pêşengeh li ser tiştên folklorî ya ku bi destên jinan tên çêkirin e. Jina Şehbayê bi riya vê pêşengehê îsbatkirina hêz û afrandinên xwe derxistin pêş.” 
 
‘Xwesteka me em vegerin dîroka jinê ya kevnar’
 
Endama Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê Seher Muhemed di derbarê vekirina pêşengehê de axivî û got: “Em komîteya jinê ji bo vekirina pêşengehê bi hev re bûn alîkar. Hemû tiştên dîrokî yên Şehbayê ji bo pêşengehê werin pêşkêş kirin me amade kir. Ji ber ku xwesteka me em vegerin dîroka jinê ya kevnar.”
 
‘Jin dikare her tiştî bike’
 
Li ser navê Rêveberiya navçeya Fafînê ya Şehbayê Nisrîn Şêxo wiha anî ziman:”Ev cara yekemîn di Şehbayê de pêşengeha Karên Destan tê vekirin. Ev pêşangeh di dîroka jinên Şehbayê de  bi fikir û xeyalên xwe tiştan çê dikin û bi riya pêşengeha jinên Şehbayê me xwest ku em derxînin holê. Divê ku her jinek vê gavê bavêje ji bo ji cîhanê re îsbat bike ku jin dikare her tiştî bike.”
 
‘Jina Şehbayê îsbatkirina hêz û afrandinên xwe derxist pêş’
 
Her wiha jina bi navê Emenî Ehmed jî axivî û got: “Ev pêşengeh li ser tiştên folklorî ya ku bi destên jinan tên çêkirin e. Jin dikare xeyal û afirandinên xwe derxîne pêş. Ji ber ku jin jiyaneke nûh diafirîne. Ev pêşengeh riya derxistina heqîqeta jinê, jina Şehbayê bi riya vê pêşengehê îsbatkirina hêz û afrandinên xwe derxist pêş.”
 
Hêjayê gotinê ye ku jinên Efrînê li her derê qada kar û jiyanê didin avakirin û xwedî roleke siyasî, jiyanî, çandî, estetîk û her karî bi ser dixe ye.