'Divê jin dengê xwe nedin faşîzmê'
- 11:17 29 Adar 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dijîn derbarê hilbijartinên li Tirkiyeyê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Erdogan dijmin e û tu car dijmin nabe dost. Divê jin dengê xwe nedin faşîzmê."
Derbarê hilbajartinên dê li Tirkiyeyê werin lidarxistin, jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne nêrinînên xwe parve kirin. Jinan gotin:"Ji bo zilim û neheqî bi dawî bibe divê hemû kes dengê xwe ji aliyê demokrasiyê ve bi kar bîne. Erdogan tu demokrasî nehiştiye."
'Divê jin dengê xwe nedin faşîzmê'
Endama Meclîsa kampa Serdemê Elîf Ehmed a ji navçeya Şêrewa ya Efrînê axivî û got: "Em wek jin divê dengê xwe nedin dijminê insaniyetê Erdogan, ji ber ku tu car dijmin nabe dostê me. Divê jin dengê xwe nedin faşîzmê. Banga min ji hemû kesî heye ku li dijî faşîzmê dengê xwe bi kar bînin."
'Divê em berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê bidomînin'
Her wiha endama Meclîsa kampa Serdemê Ayîşe Qebelen jî ev tişt got: "Divê gel derfetê nede ku Erdogan bigihêje armanca xwe û diktatoriya xwe bidomîne. Divê em wekî gelê kurd heta dawiyê berxwedana xwe li dijî faşizmê bidomînin."
'Gelê Kurd dengê xwe nadin dagirkeran'
Zehrîvan Husên jî got: "Em ciwanên Efrînê hilbijartinên dewleta Tirk şermezar dikin ji ber ku ev hilbijartin bi leystokên qirêj tên çêkirin, di Efrînê de jî ji gelê kurd re nasnameya Tirk tên çêkirin ji bo dengên wan qezenc bikin, lê gelê kurd tu carî îradeya wan naşkê, wê dengê xwe nedin dagirkeran."