Diyaloga Sûrî-Sûrî bi encamên girîng bi dawî bû

  • 10:11 29 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Diyaloga Sûrî-Sûrî ya 3’emîn bi raghandina encampnameya nirxandinên 2 rojan bi dawî bû. 
 
Diyaloga Sûrî-Sûrî ya 3’emîn ku bi dirûşma “Ji hevpeymana civakî ya Sûreyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve”  bi beşdarbûna  gelek kesên siyasetmedar û rêxistinên serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxstinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nerên ji hêzên muxalîf  heta  Sûriyeyê, Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedirxan, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Kutleya Weteniya Demokratîk, Şepêla Mecidya Sûriye, Şepêla Niştmanîya Demokratîk ji Almaniyayê, Partiya Demokratîk ya Civakî, Komîteya Xebata Nîştmanî, Şepêla Guhertinên Aştiyane, Êlên ereban,  Koalîsyona Niştmanîya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûrîyeyê ya Netewîya Civakî û gelek rêxistin û partiyên din jî tevlî bûn. Ji derveyî Sûriyê jî nûnerên Şepêla Çepgir a Şoreşgeran, Partiya Destûra Sûriyeyê, Navenda Esbar ya Lêkolînên Stratîjîk,  Şepêla Sûriyêya Sererastkirinê û Şepêla Nîştimanîya Azad, piştî 2 rojan bi dawîbû.
 
Di diyalogê de 2 xalên  bingehîn hatin nirxandin. Yek jê xala destûr û rêgezên Destûra bingehîn ya Sûriyê û ya din jî   rêya çareseriya aloziya Sûriyê bû. 
 
Piştî nirxandin û nêrînan  3’emîn Diyaliqa Sûrî - Sûrî  bi xwendina daxuyaniya bi zimanê erebî bi dawî bû.