Namzeta Balikesîrê Yurdanur Guven: Tevî astengiyan HDP xwe vedibêje
- 09:39 29 Adar 2019
- Rojane
Melîke Aydin
BALIKESÎR - Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê ya HDP’ê Yurdanur Guven bi lêv kir ku tevî hemû dezenformasyon û astengiyan hewl dane xwe bigihînin gel.
Namzetên hevşaredariya bajarê mezin a Balikesîrê ya HDP’ê Hevberdekva berê ya KCD’ê ya Balikesîrê Yurdanur Guven û parlamenterê dema 25 û 27’emîn a HDP’ê Alî Kenanoglu ye. Namzeta Balikesîrê Yurdanur Guven der barê xebatên li Balikesîrê, stratejiya HDP’ê ya li Balikesîrê û pisgirêkên HDP'ê rû da axivîn.
* Tê qebûlkirin ku bi taybet jinên li bajarên peravê dijîn azadtirin. Ev rewş bi rastî wisa ye?
Li rojava baştir û li rojihilat xerabtir e divê mirov wisa mêze nekin. Li her derê cîhanê newekhevî heye. HDP’ê ev bi pergala hevserokatiyê çareser kir. Ji bo jinan karên nêzî karên malê yên wekê mamostetî, hemşîretî hatin pêşniyarkirin. Di gelek partiyên siyasî de jin dixebitin lê nûneriya jinan tune. Em bi pergala hevserokatiyê nûneriya wekhev hesab kir. Civak ne di ferqa newekheviyê de ye. Ji roja em hatin dinê mêr bi rêve dibin, jin jî tên bi rêvebirin. Di HDP’ê de rolek wisa tune.
*Hun sûcdariyên ‘teror’ yên der barê HDP’ê de çawa beralî dikin?
HDP partiya Tirkiyeyê ye. Hewl dide vê vebêje. Ez ji Balikkesîrê me, Alî Kenanoglu Elewiye. Em ji nasnameyên cuda ne. Mînak hun ji min re bêjin ‘diz e’ ez ê çawa ji we re vebêjim ku ez ne dizim? Li vir xebatkarên partiyê yên nehatine girtin tune ne. Em di alî xebatan de pirsgirêkan dijîn. Di her derfetê de îftereyan davêjin, dibêjin ‘ ji alê hez nakin, ne oldarin’. Cihekî din nîşanê me didin dibêjin çibin. Lê niyeta me tune em li cihekî din bijîn.
*HDP ji bilî Kurd û Elewiyan, pêkane ku xwe bigihîne aliyên bindest jî?
HDP partiyeke ku ji rêxistinên girseyî ya demokratîk dengan digire ye. Di tabana CHP’ê de derbasbûnek heye. Kurd reşikên Tirkiyeyê ne. Avahiyên vir ew çêdikin lê di xaniyên herî luks de ew rudinin. Ji ber krîzê betalin û di rewşek giran de ne. Li Balikesîrê zarokên Kurdî nizanin hene. Elewî nikarin îbadetên xwe bikin. Em partiya kesên cuda hatine dîtinê ne. Di esasê de Balikesîr cihekî ku avabûna çînê qebûl nake ye. Lê em di alî xwegîhandina wan de zehmetiyan dişkînin. Şaredarî ji bo gelan xizmeta wekhev dike. Mînak pisgirêka Balikesîrê hebe em ê gazî rêxistinên pîşeyî û komîsyonan bikin. Mînak hewcedariya cihekî bi mala cemê hebe em ê bi hev re tespît bikin. Lê partiyên din ji navendê talîmatan digirin. Lê kesên li wir dijîn hewcedariyan dizanin. Niha dibêjin em ê behran bi pergala deşarja kûr paqaij bikin. Li pêş me Grava Mîdîlî heye û piştî demekê wê neyê bikaranîn. Lê yên Enqereyê ev wek ferman dane pêş.
*Çima wisa dikin gelo?
Bi vî awayî wê zêdetir di alî aborî de qezenc bikin. Lê HDP ji bo zarokan xwezayê mîrateya herî mezin dibîne û li gorî vê planan dikin. Herî dawî behsa kirêkirina boxazan dikirin.
*Projeyên we yên çawa hene?
Em bi Prof Beyza Ustun re her tim hevdîtinan dikin. Em HDP vê mijarê girîng dibîne. Çiyayê Madra, Çiyayê Kaz tê zanîn. Dema mirov kanên madenê dibînin dilê mirovan dişewite. Mirov dibînin ku tên tunekirin. Em ê pisgirêkên wir bi saziyên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û gel re çareser bikin.