Endama DÎK’ê Hatîce Kavran: Revandina cenazeyan li gorî Îslamê zilm e

  • 09:37 29 Adar 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Endama DÎK’ê Hatîce Kavran diyar kir ku revandina cenazeyên 4 girtiyên ji bo protestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne, ne li gorî Îslamê ye û ne jî mirovî ye û wiha got: “Pêkanînek wisa ya Hazretî Muhammet ne li dijî miriyan ne jî li dijî zindiyan tune ye.  Em van pêkanînan wek zilmê dibînin. Her wiha ev li dijî Îslamê ye.”
 
Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongeray Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 142’emîn de didome. Piştî Leylayê bi heman daxwazê li hemû girtîgehan girtî tevlî grevê bûn û ji 1’ê Adarê û şûnde hejmara girtiyên ketin grevê gihişt 7 hezar î.
 
Di 17’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê Zulkuf Gezen, di 23’ê Adarê de li girtîgeha Gebze a Jinan Ayten Beçet, di 24’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Oltu Zehra Saglam, di 25’ê Adarê de  li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî Medya Çinar li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha cenazeyên girtiyan bi veşarî hatin şandin û hêrs û bertekên gel jî li dijî vê berdewam dikin. Mirovên xwestin goran ziyaret bikin jî hatin binçavkirin.
 
Binpêkirina hiqûqê
 
Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran grevên birçîbûnê û revandina cenazeyan nirxand û got ku divê ev tişt di çarçoveya bawerî, wijdan û ahlaqî bên nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Greva birçîbûnê ji bo ku Tirkiye li gorî hiqûqa xwe tevbigere hatine destpêkirin. Greva birçîbûnê yek ji parçeyên çalakiya lêgerîna maf a li dijî binpêkirina hiqûqiyê pêk tê."
 
‘Divê her kes peywira xwe bi cihbîne'
 
Hatîceyê balkişand ser girtiyên ku li girtîgehan bi çalakiyê dawî li jiyana xwe anîne û wiha qala çalakiyê kir: "Di Îslamê de jiyan mafek esasi ye. Saziyên civaka sivîl, pêşengên civakê û bi giştî civak ji ber peywira xwe pêk naynîn, mirovên li girtîgehê serî li rêbaza bi wî rengî didin û têkoşînê didin.  Ji bo ev çalakî bên rawestandin ger her kes peywira dikeve ser milê wan neke wê  ji van mirina berpirsin. Armanca çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin ne mirin e, jiyan e."
 
‘Bêrêzdariya herî biçûk a li hember cenazeyan qedexeye’
 
Hatîceyê der barê revandina cenazeya 4 girtiyên ku bi çalakiyê dawî li jiyana xwe anîne de axivî û got: “Di Îslamê de li dijî cenazeyan bêrêzdariya herî biçûk jî qedexeye. Ger ev ol, ola ku Hazretî Muhammet teblîg kiribe, divê pêkanînên hazretî Muhammet cewherî vî olî bê qebûlkirin. Tu pêkanînek wisa a Hezretî Muhammet ya li dijî mirî an jî zindî tune ye. Berovajî vê van tevgeran wek zilmê bi nav dike.  Ev li dijî Îslamê ye. Mirovên bi nasnameya Muslimantiyê li gel gelê Fîlîstînê cih digirin, divê li dijî pêkanînên li Tirkiyeyê jî bi hestiyar bin. Bang li hemû kesî dikim ku deng bidin Leyla û hemû mirovên di grevê de.”