'Wê jin pêşengtiya çareseriya aloziya Sûriyeyê bikin'
- 09:12 29 Adar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Jinên tevlî sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî bûne derbarê nirxandin û nîqaşên diyalogê de ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kirin ku projeya Netewa Demokratîk çareseriya herî baş e heta niha ji bo aloziya Sûriyeyê, divê ev çareserî jî di pêşengtiya jinan li tevahî Sûriyê belav bibe.
Jinên tevlî sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî bûn ku ev du roj li hola Newroz a bajarê Kobanê didome, ji ajansa me re nerînên xwe parve kirin.
'Çareseriya aloziya Sûriyê Netewa demokratîk e'
Cîgira Yekîtiya Jinên Sûryanî ya Sûriyê Îlham Metlê diyar kir ku pirojeya Netewa Demokratîk çareseriya herî baş e ji bo gelê Sûriyeyê û wiha got: "Pirojeya Netewa Demokratîk di nava xwe de hemû netewên herêmê digire, her wiha modeleke nû ye ku mirov dikare bêje pirojeya herî baş e heta niha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê. Di heman demê de gelek netewên ku rastî tunekirinê hatine jî ev piroje ji bo xwe mînak girtin. Bi vê pirojeyê gelek serkeftin bi dest xistin, ya herî ber biçav jî serkeftina hêzên QSD`ê li dijî Çeteyên DAIŞ`ê ye. Em jî weke Suryanî perçeyek ji vê pirojeyê ne, me di nav de hem şehîd dane, hem jî hêz û saziyên me jî di nav de hene, loma ev pirojeya herî serkeftî ye ji bo me. Em dixwazin ku ev piroje ne tenê di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be, lê belê ev piroje li tevahî Sûriyê were meşandin."
'Divê rengê jinê yê di rêveberiya xweser de derbasî hemû Sûriyeyê bibe'
Her wiha çalakvana sivîl ku ji bajarê Tertsûsê beşdar bû ye Rîhab Ibarahîm jî wiha axivî: "Di van herdû rojan de me gelek mijar nîqaş kirin, nêrînên dijber jî hebûn û nêrînên erêkirinê jî hebûn. Ji bo mijara jin jî gelek rêgezên ku jinan ji aliyê siyasî, aborî û civakî de pêş bixe hebûn, lê ev ji bo me ne bes e û kêm e jî. Lêkolînên me di derbarê zagonên jin di rêveberiya xweser ya demokratîk de heye, li gor me jî zagonên herî baş û serkeftinî ew in. Ji bo vê jî divê ku zagon û rêgezên jin ên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bikevin nava Destûra Sûriyeyê jî. Ji ber ku jin bi rengekî xurt cihê xwe di nav de digire û hemû mafên wê nehatine parastin."
'Divê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de jin hebin'
Rîhabê bal kişand ser rewşa jinê di nava şer de û got: "Nebûna deng û rengê jinê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de dibe sedema pêşketina zihniyeta baviksalarî. Her wiha şerê ku ev 8 -9 sal in berdewam dike jin kire rastiyeke ku bibe şervan, şerker, dayîka şehîdan, xwîşka şehîdan û hevjîna şehîdan. Loma ya ku herî zêde ji vê kaosê bandor bûye jin e, ji ber vê jî divê ku bi rengekî cidî, wijdanî û exlaqî li ser mijara jinê were sekinandin."
'Divê ku kongreyeke Sûrî were li darxistin'
Her wiha Hevseroka MSD'ê Emîne Omer jî wiha axivî: "Weke MSD'ê armanca me ji van diyalogan ew e ku em nêrînên hevbeş ji bo çareserkirina aloziya 8 salan derxin. Em ê diyalogên xwe berdewam jî bikin heta ku em bigihên encameke ku kongreyeke Sûrî hemû aliyên aloziyê dê çareser bike derkeve holê. Her wiha wê ev nîqaş bibin bingeha ku êdî pêvajoya siyasî dest pê bike."
'Zemînê pêvajoya siyasî amede ye'
Emîneyê bal kişand ser pêvajoya siyasî û got: "DAIŞ bi dawî bû, êdî hebûna wan di aliyê erdîngarî de nema. Ev yek jî dihêle ku pêvajoya çareseriya siyasî leztir bibe. Hemû beşdarvanên diyalogê çareseriya siyasî bi dawî kirina DAIŞ`ê ve girê didan, niha jî ev zemîn amede ye. Ji bo vê jî weke MSD`ê bi riya van nêrînên dewlemend em ê berê xwe bidin aliyê siyasî."
Diyalog bi nirxandinan didome û dê di saetên pêş de diyalog bi ragihandina encama 2 rojan bi dawî bibe.