Di rûyê jinên Hesekê de şanaziya serkeftinê
- 09:04 29 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Jinên Hesekê kêfxweşiya xwe ya li hember serketina QSD’ê wiha anîn ziman: “Em serkeftina hêza jinê YPJ’ê ya di nava QSD’ê de li hemû jinan pîroz dikin. Dê rojekê teqez Efrînê jî azad bikin. Jinên hêz ji ramanê Rêber Apo girtin nema disekinin. Dê hemû jinan azad bikin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên bûbûn belaya serê mirovahiyê şerek dijwar dan meşandin û bi ser ketin. Bi taybet di pênc salên dawî de bi pêşengiya YPJ’ê jinan vîn û cesaretek mezin nîşan dan. Kesayetên weke Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Rêvana cesareta jinên kurd nîşanî hemû cîhanê dan.
Herî dawî hêzên QSD’ê ji bo azadiya Dêre Zorê hemleya dabûn destpêkirin di rojên derbasbûyî de bi serketî dawî kirin. Xîlafeta çeteyên DAÎŞ’ê di Baxozê de têk birin û rûmeta mirovahiyê pîştî Kobanê di Dêra Zorê de parastin. 23 yê adarê QSD’ê li pêşberî raya giştî li Dêre Zorê daxuyaniya fermî ya serketina hêzên xwe li hemberî DAÎŞ’ê ragihandin. Piştî daxuyaniyê di serî de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, heta gund û mezrayên wê li gelek deverên cîhanê jî piştî Newrozê serketina QSD’ê hat pîrozkirin. 27’ê adarê YPJ’ê jî serketina hêza jinê li hember çeteyan bi daxuyaniyekê nîşan da.
Di nava gel de jî serkeftina hêzên QSD’ê bûye sedema şanazî û kêfxweşiyê. Jinên Kantona Hesekê di derbarê serketina hêzên parastinê de kêfxweşiya xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Em ê di demek nêz de azadiya Efrînê jî bibînin’
Zekiye Muhemed a ji Taxa Miftî ya kantona Hesekê serketina YPJ’ê li hemû jinan pîroz kir û wiha domand: "Êdî DAÎŞ’ê tunekirina xwe bi destê xwe anî. Ez bawer im ku di demek nêz de, em ê Efrînê jî rizgar bikin.”
Zekiye anî ziman ku ew hêz û cesaretê ji YPJ’ê digirin û wiha pê de çû: “Heta hêza parastina me hebe tirsa me ji tu hêzên tarî namîne. Bêguman divê em ji bîr nekin yê em jin kirin xwedî vîn, hêz û cesaret jî Rêberê me Abdullah Ocalan e. Rêberê me ji bo me hêz e, fikir e, raman e, her tişt e. Bê Rêber Apo em tune bûn, hêza me ya tiştekê nebû. Ji ber wê jî hewceye em di her kêliyekê de Rêber Apo di bîra xwe de zindî bikin û ji bo rakirina tecrîdê her tiştî bikin. Heta Rêber Apo azad nebe, em azad nabin.”
Samiya Xelîl a ji heman taxê jî anî ziman ku em wekî gelê Rojava pir kêfxweş bûn bi rizgarkirina Baxozê û wiha dom kir: “Dawî li DAIŞ'ê hat. Em serbilind in ku dawiya wan bi destên YPJ/YPG û QSD'ê hate. Em hêvîdar in ku em ê rojekê azadiya Efrînê jî bibînin û bi şahiyan pîroz bikin. Divê em ji bîr nekin ev serkeftin hemû bi hêza ramanên Rêber Apo dibin. Ji bo wê jî divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê çi ji destê me tê bikin. Azadiya Rêberê me, azadiya hemû jinan e. Jin hêza xwe ji ramanên Rêber Apo digirin.”
Li taxa Til Hecer jî jina bi navê Cîhan Hemzo kêfxwşiya xwe di derbarê serkeftina şervanên QSD’ê ya Hemleya Bagera Cizîrê de wiha anî ziman: “Em serkeftina QSD’ê li hemû gelen pîroz dikin. Bi hêza şervanên xwe me ev serkeftin bi dest xist û xwîna şehîdên me li erdê nema.”