Li Amedê amadekariyên hilbijartinê qediyan

  • 09:01 29 Adar 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Ji rêveberiya HDP’ê ya Amedê Suzan Îşbîlen diyar kir ku ji bo hilbijartinan hemû tedbîr girtine û  got di mijara ewlehiya hilbijartinê de berpirsyariya mezin dikeve ser milê gel û got divê her kes xwedî li dengên xwe derkeve.
 
HDP’ê ji bo ewlehiya sindoqan 60 hezar kes li lijneyên sindoqê bi awayekî fermî peywirdar kir.  Partiyên siyasî hem xebatên hilbijartinê, hem jî perwerdehiya ji bo muşahîd û peywirdarên sindoqan didomîne.  HDP’ê bi armanca ewlehiya sindoqan 60 hezar endamên lijneya sindoqan peywirdar kir.  Roja hilbijartinê wê 2 hezar parêzer jî di cih de mudaxaleyê binpêkirinên mafan bikin. Rêvebera HDP’a Amedê Suzan Îşbîlen der barê xebatên hilbijartinê de axivî.
 
‘Tedbîr temam in’
 
Suzanê got xebatek hilbijartinê ya mezin meşandine, xebat temam bûne û li bende roja hilbijartinê ne. Suzanê Mîtînga Amedê ya wê di 29’ê Adarê de pêk bê bibîr xist û wiha got: “Ev mîtînga fînalê ye.  Em di mijara ewlehiya sindoqan de bi fikarin. Me der barê vê de tedbîr girtin. Me wek HDP’ê xebatên tedbîrê temam kir. Lê peywira esas ya gelê me ye.”
 
‘Hevalên peywirdar amade ne’
 
Suzanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wan koordînasyonên hilbijartinê ku hemû sazî tevlîbûne ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe:“Me komîsyonên hiqûqê yên der barê ewlehiya sindoqan ava kir. Peywira komîsyonê hiqûqê girtina ewlehiya sindoqan e. Li ser hemû sindoqan hevalek hat peywirdar kirin. Li her sindoqê muşahîd, li her dibistanê hevalên me yên berpirs hene.  Me heyetên serbixwe ava kirin.   Di maseyên krîzê yên bên avakirin de parlamenterên bajar, namzetên hevşaredariyê, rêveber û parêzer wê cih bigirin.”
 
‘Hejmara hilbijêran mîlyonek 48 hezar û 247 e’
 
Suzanê daxuyakirin ku li Amedê bi giştî 3 hezar û 614 sindoq, hezar û 34 tax, hezar û 194 dibistan hene û hejmara hilbijêran jî mîlyonek û 48 hezar û 247 e. Suzanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku xîleyên di hilbijartinên dawî de hatine jiyîn wê di 31’ê Adarê de jî bên jiyîn û bang li hemû kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin û her wiha da zanîn ku di vê mijarê de gumana wan tune û got wê gel heta dawî xwedî li sindoqan derkeve.