ROJEVA 29'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 29 Adar 2019
- Rojev
*Jinên Hesekê kêfxweşiya xwe ya li hember serketina QSD’ê wiha anîn ziman: “Em serkeftina hêza jinê YPJ’ê ya di nava QSD’ê de li hemû jinan pîroz dikin. Dê rojekê teqez Efrînê jî azad bikin. Jinên hêz ji ramanê Rêber Apo girtin nema disekinin. Dê hemû jinan azad bikin.”
*Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ciger geşedanên siyasî yên dawî nirxand. Zelalê diyar kir ku hêzên navneteweyî di şerê cîhanê yê 3’emîn de de dixwazin şerê di navbera gelan de gurtur bike û gelan talan bikin û got:"Ji bo ewlehiya hemû gelên li cîhanê divê dengê gelên bindest bê bihîstin." DÎMEN HEYE
* Jinên tevlî sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî bûne derbarê nirxandin û nîqaşên diyalogê de ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kirin ku projeya Netewa Demokratîk çareseriya herî baş e heta niha ji bo aloziya Sûriyeyê, divê ev çareserî jî di pêşengtiya jinan li tevahî Sûriyê belav bibe. DÎMEN HEYE
*Ji rêveberiya HDP’ê ya Amedê Suzan Îşbîlen diyar kir ku ji bo hilbijartinan hemû tedbîr girtine û got di mijara ewlehiya hilbijartinê de berpirsyariya mezin dikeve ser milê gel û got divê her kes xwedî li dengên xwe derkeve. DÎMEN HEYE
*Jinan diyar kirin ku dewlet ji bo ji sermayeya tekelî ya nû re cih veke, piyase xistiye tevgerê û gotin firotinên tanzîmê jî lingê nû yê projeyê ne û wiha berdewam kirin: “Em êdî ji van polîtîkayên aboriyê bêzar bûne.”BI DÎMEN
*Namzeda hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Balikesîrê ya HDP’ê Yurdanur Guven bi lêv kir ku tevî hemû dezenformasyon û astengiyan hewl dane xwe bigihînin gel. BI DÎMEN
*Rêvebera HDP’ê ya Enqereyê Betul Koca diyar kir ku ji bo îradeya gel ji sindoqan derkeve ewlehiya sindoqan pir girînge û wiha got: “Di hilbijartinên berê de gelek hîle û nelêrêtî hatin kirin. Ji ber vê jî divê hilbijêrên me yên hestiyar li dibistanan peywirê bigirin û bibin muşahîd.” BI DÎMEN
*Endama PM'a HDP'ê Berna Çelîk da zanîn ku HDP’a Îzmîrê xebatên xwe yên hilbijartinê temam kirine lê heta roja dawî dikare serlêdana muşahidiyê bê kirin û wiha got: “Hilbijêrên me wê di çarçoveya stratejiya hilbijartinê ya şaredariyan de dengên xwe bidin bloka demokrasiyê.” BI DÎMEN
*Girtiyên bi armanca prostestokirina tecrîdê ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger bi hevkariya malbatên xwe peyamek şandin û gotin: “Çi ji destê me tê em heta dawî amade ne ku bikin. Em ê teqez bi ser kevin.”
**Endama DÎK’ê Hatîce Kavran diyar kir ku revandina cenazeyên 4 girtiyên ji bo protestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne, ne li gorî Îslamê ye û ne mirovî ye û wiha got: “Pêkanînek wisa ya Hazretî Muhammet ne li dijî miriyan ne jî li dijî zindiyan tune ye. Em van pêkanînan wek zilmê dibînin. Her wiha ev li dijî Îslamê ye.”