Daneşîna dosyaya Medya Çinar a ku ji doza Nisêbînê dihat darizandin hat taloqkirin
- 17:33 28 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di daneşîna doza nisêbînê k dosya hatin cihêkirin de îro daneşîna dosyaya Medya Çinar a ku li girtîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî hat dîtin. Daneşîna dosyaya Medya Çinar hat taloqkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve de 53 kesên ku hatibûn binçavkirin û girtin piştî ku biryara cihêkirinê ji bo dosyayê hat girtin doza wan a hatibû destpêkirin berdewam dike. Li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di çarçoveya vê doza ku hatibû destpêkirin de di daneşîna îro berdewam kir de daneşîna dosyaya Medya Çinar a ku di 25'ê Adarê de dawî li jiyana xwe anîbû, Îsmaîl Yilmaz û Baver Başar hat dîtin.
Îsmaîl Yilmaz û Baver Başar ji ber di greva birçîbûnê de ne bi daxwaznameyê dan zanîn ku tevlî dozê nabin.
Parêzer ji ber ku tevlî dozê nebûn doz hat taloqkirin.