‘Avahiya edaletê heye lê wezîrê wê nîne’
- 17:12 28 Adar 2019
- Rojane
ENQERE – Ji xizmên girtiyên di greva birçîbûnê yên dixwazin bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin û daxwaza wan tê redkirin Cahîde Yildirim wiha got: “Ev sê roj in em li ser rêya ne. Avahiya Wezîrê Dadê heye lê Wezîr nîne.”
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ku daxwaza wan bi Wezareta Dadê re hat redkirin li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Malbatên ji Stenbolê çûne Enqereyê ev sê roj in daxwaza wan tê redkirin. Beriya daxuyaniya malbatan Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axaftineke kurt kir û wiha axivî: “Divê wezareta dadê demildest çareserî bibîne û bikeve nav tevgerê. Ev çend roj in malbat nikarin wezaretê re hevdîtin bikin.”
'Naxwazin bi me re hevdîtinê bikin'
Li ser navê malbatan Cahîde Yildirim di civînê de axivî û ev sê rojin tevî hemû hewldanên wan jî nikarin bi wezareta dadê re hevdîtin bikin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em dikin û nakin daxwaza me qebûl nakin û red dikin. Naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Heke edalet ev be mala minê ji halê Tirkiyeyê re. Em naxwazin hin bêtir bedelan bidin. Bila dilê dayikan êdî neşewite. Ev sê rojin em derketin ser rêyan. Ev sê roj in em li ser rêya ne. Avahiya Wezîrê Dadê heye lê Wezîr nîne. Qet dilê wan bi êşa dayikan naşewite. Lazime tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û dê tecrîda li ser zarokên me jî bê rakirin."
Malbatan destnîşan kir ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin.