'Em diçin qeyûman bişînin qesrê'
- 16:01 28 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo ku hilbijêrên bitevger bişîne herêmên wan ket nava liv û tevgerê, hilbijêrên ku wê dengê xwe bidin ber bi bajarên xwe ve bi rê kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ku xebatên xwe yên hilbijartinê li hemû bajarên Tirkiyeyê bê navber bi rêve dibe, di heman demê de hewl dide hilbijêran bibe ser sindoqan. Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a ji aliyê Rêxistina Stenbolê ve hat avakirin, îro hilbijêrên destpêkê yên dengên xwe bidin, ber bi bajarên wan ve bi rê kirin. Hilbijêrên nêzî 2 hezarî li Bazara Gel a Gakirkoyê kom bûn, li ber stranan govend gerandin. Hilbijêr dûre bi coş û kelecaniya hilbijartinê li otobusan siwar bûn û gotinên “Bila qeyûm li benda me bin. Em diçin ku qeyûman bişînin qesrê” ketin rê.
Navê bajarên hilbijêrên wan îro ketin rê wihan e: Bedlîs, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Şirnex û Wan.
Sibe jî, hilbijêrên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîk, Amed, Xarpêt, Erzirom, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Riha û Dersimê dê bikevin rê.