ÎHD'ê beriya 31'ê Adarê rapora binpêkirinên mafan aşkera kir

  • 15:19 28 Adar 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, beriya hilbijartina 31'ê Adarê rapora binpêkirina mafan a hilbijartinê aşkere kir û bang li hemû hilbijêran kir û xwest ji bo mafê xwe yê bikaranîna deng biparêzin her kes biçe ser sindoqan. 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmi  û îhlalên ku heta niha derketine pêş raporek amade kir. Rapor Heyeta Çavdêriyê bi tevlebûna Endamên Navenda Giştî bi raya giştî re parve kir. Ozturk anî ziman ku rapor û çavdêriyên Teşkîlta Hevkarî û Ewlehiya Ewropa û Tirkiye (AGÎT), Asembleya Parlamenterên Yekîtiya Ewropoyê (YE) rexneyan mafdar derdixe û wiha got: "Dîsa roprên ÎHD û ESHÎT yên navneteweyî û çavdêriyên wan rapora heyî û rexneyên heyî mafdar derdixe. Heta niha qeyûm tayînî 94 jê şaredaiyên DBP’ê bi giştî 101 şaredariyan kirine. Tirkiye bi awayekî pir ciddî di bin vesayeta hikûmeta navendî de dikeve hilbijartinê. 
 
Dema li gorî pivanên AGÎT’ê em benerin di hilbijartinên borî heta niha îhlalên ku derketine holê wiha ne: "Di referanduma 16'ê Nîsana 2017'an a di bin şertên OHAL'ê de pêk hat, li dijî pivan û zagonên Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) pusulayên bê mohr avêtin zarfê bê mohr. Ev pusula ji aliyê YSK'ê ve erê hatin hesibandin. Vê yekê ewlehiya hilbijartinê xera kir. Di 9'ê sibata 2017'an de bi KHK'a Hêjmara 687'an a OHAL'ê erka YSK’ê ya li ser televizyon û radyo ji destê wê hat derxistin. Piştî vê yekê TV û radyoyan êdî bi alî weşan kirin. Bi vê KHK’ê erka zagonî ji destê YSK’ê hat girtin. Bi vê KHK’ê di Hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de çapemenî ji bo partiyên îktîdarê xebat û weşan kiriye.  
 
Sindoq ji cihekî birine cihekî din
 
Di 13'ê Adara 2018'an de zagona hêjmar 7102'an amade kirin. Li gorî vê zagonê li gorî hêjmara 298'an a hukmên esasî yên hilbijartinê û zagona der barê kutukên hilbijeran de guhertinên girîn kirin. Hilbijêrên li heman avahiyê dijîn li ser sindoqên cuda hatine qeydkirin. Em hilbijêrên di heman avahiyê de dijîn nikarin ji lîsteya kutuka hilijartinê fêr bibin. Li ser daxwazên kesên cuda Lijneya Hilbijartinê ya Bajar sindoq ji cihekî birine cihekî din. 
 
Hilbijartinê manipule bikin
 
YSK'ê daxwaza guhestina sindoqan a li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat yên ku HDP dengê wê zêde ye bi hinceta "Ewlehiyê " qebûl kiriye. YSK'ê cihê sindoqên 98 hezar hilbijêr guhertiye. Bi vê yekê rê û bingeh ava kiriye ku hilbijartinê manipule bikin. Bi guhestina sindoqan hilbijêrên ku sindoqên wan birine navçeyan û gundên navendî dê nikaribe biçe dengê xwe bavêje sindoqan. An jî dê pir zahmetiyan bijîn. 
 
Pusulayên nehantine mohrkirin wê bên qebûlkirin
 
Li gorî xala 11'an a Hêjmara 7102'an û fikra xala 101'emîn a qanûna 298'an bendek nû lê zêde kiriye. Bi vê yekê pusulayên nehantine mohrkirin wê bên qebûlkirin. Li gel endamên YSK'ê dema erka wan bi dawî bûye jî dema erka wan hatiye dirêjkirin. Li gel îtîrazê jî dirêjkirin li gorî Qanûna Bingehîn gunçav kirine û daxwaza îtîrazê red kirine. 
 Li gorî daneyên Lijneya Îstatîstîkên Tirkiye (TUÎK) nifûsa Tirkiye ya sala 2009'an nifûsa Tirkiye 72 milyon û 651 hezar û 312 kes bûn. Li gorî daneyên YSK’ê ya sala 2009'an li Tirkiye 48 milyon û 6 hezar û 650 hilbijêr hebûn. TUÎK'ê piştî 10 sal şûnde diyar kir ku di sala 2018'an de Nifûsa Tirkiye gihiştiye 82 milyon û 3 hezar û 882 kes in. YSK’ê diyar kir ku di sala 2019'an de 57 milyon û 58 hezar û 636 hilbijêr hene. Li gorî daneyan Nifûsa Tirkiye 9,5 milyon zêde bûye, lê di heman demê de 11 milyon hilbijêr zêde bûne. Ev be xwe re nakokiya nifûs û hilbijêran tîne. 
 
Li Tirkiye yek ji pirsgirêkên mezin jî Belgeya 142'an e. Peywirdarê ewlehiyê, dikare li ser sindoqên ku ne peywirdar jî deng bikar bîne. Dikare dubare deng bikar bîne. Li Tirkiye yekem car namzetên şaredar, endamên meclîsa şaredariyan ku YSK'ê serlêdanên wan erê kirin, beriya hilbijartinê bi riya çapemeniyê navê wan reş  kirin û îlan kirin.Bi vî rengî mafê wan ê hilbijartinê îhlal kirin. Bi rêya çapemeniyê  navê 234 namzetên CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê reş kirin. 
 
Medya ambargo danî ser HDP'ê 
 
Îtîfaqa Cumhur bi derfetên Serokomariyê bikar anîn û xistin xizmeta kampanyayên hilbijartinê. Li Tirkiye ji sedî 90'ê medya di xizmeta îktîdara siyasî de weşangerî kir. Medya pir aşkere alîgiriya Îktîdarê kir. Minak Televîzyona dewletê TRT tu xebatên HDP’ê neda. Li gorî vê yekê weşana TRT’ê ya sibatê ku cih daye partiyan wiha ye: 49 saet 58 dakika 12 saniye di lehê AKP'ê de weşan kiriye. 3 saet û 32 dakika û 26 saniye di lehê MHP''ê de weşan kiriye. Di elehê wan de qet qeşan nekirine. 5 saat û 47 dakika û 25 saniye jî di lehê CHP'ê de weşan kirine. 5 saet û 56 dakika û 15 saniye jî di eleqê CHP'ê de weşan kirine. 55 dakika û 32 saniye jî di hehê Partiya ÎYÎ  de weşan kirine. Di heqê Îtîfaqa Cumhur de 53 saet û 30 dakika û 38 saniye weşan kirine. Der barê HDP’ê de jî qet weşan nekirine. 
 
Li gorî daneyên Dokumantasyona ÎHD'ê di xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de li dijî maşîne û buroyên hilbijartinê yên HDP’ê 9 caran êrîş pêk hatine. Li dijî yên Partiya ÎYÎ 1, Li dijî SP'ê 1 êrîş pêk haitne. Di êrîşên li dijî HDP’ê de 3 jê wekîl, bi giştî 7 kes birîndar bûne. Di xebatan de HDP xebatkarên 590'ê hatine binçavkirin û 66 kes hatin girtin.