Ayşe Acar Başaran: Biryara dadgehê ya ji bo Leyla Guven hewldana cînayetê ye
- 15:07 28 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê bertek nîşanî biryara dadgehê ya ji bo Leyla Guven da û biryara dadgehê wek “hewldana cînayetê” nirxand.
Berdevka Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran a Parlamentera Êlihê biryara dadgehê ya ji bo Leyla Guven ku 141 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye ku wê bi darê zorê bibin danişînê daxuyaniyek nivîskî da. Ayşe da zanîn ku çalakiya Leylayê jê re pêşengî kiriye û îro bi beşdariya hezaran girtiyan ve ji bo demorkasî, hiqûq û edalet were Tirkiyeyê didomînin û li şûna daxwaza wan bi cih bê lê biryarên bêhiqûqî û provoktîf tên girtin. Ayşe diyar kir ku dadgehê bi vê biryarê alîgiriya xwe ya ji zaliman û bêhiqûqiyê îlan kiriye.
Ayşe diyar kir ku ew ji bo vê biryara dadgehê îktîdara AKP’ê hişyar dikin û wiha got: “Pêkanîna vê biryarê wek hewldana cînayetê ye. Daraz, hiqûq û edaleta ku li ser fermana AKP’ê dixebite bi vê helwesta xwe bûye hevkarê komkujiyan.”