Derbarê Leyla Bîrlîk de biryara îadeyê
- 14:59 28 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX -2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar da ku Parlamentera HDP’ê ya berê Leyla Bîrlîk îadeyî Tirkiyeyê bê kirin.
Danişîna doza Parlamentera berê ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin li 2’yemîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara girtina Leyla ya ji aliyê Dadgeha Şirnexê ve hatibû dayîn rakir û ji bo girtinê biryara îadekirina Leylayê hat dayîn.
Heyeta dadgehê di çarçoveya îadekirina Leylayê de biryara muzakere ji Têkiliya Derve ya Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Yekîtiya Ewrûpa re bê nivîsandin da û daneşîn jî taloqî dîrokek pêş kir.