Namzetan banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin

  • 14:20 28 Adar 2019
  • Rojane
AMED - HDP'a Amedê sibêhê li qada Îstasyonê mitînga fînalê li dar dixe. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê banga beşdariya mitîngê kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de ber bi dawiyê ve diçe. HDP mitînga fînalê ya herêma Amedê sibê saet di 11.00’an de li Qada Îstasyonê li dar dixe. Dê  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û nûnerên partiyên kurd ên bi HDP’ê re îtîfaq pêk anîn dê biaxivin. Her wiha dê Koma Gulên Xerzan û hunermend Ayşenur Kolîvar konserê bidin. 
  
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku ew hatin dawiya maratona hilbijartinê û wiha got: “Me di Newrozê de reng, ruh, coş û siberoja Amedê dît. Em hemû bi hev re ne. Dilê me hemûyan yek e. Bawerî û biryara me hemûyan yek û li holê ye. Di 29’ê Adarê de em hemû bi hev re li qadan bêjin ‘Em li vir in.’ Amed wê carek din di mitînga 29’ê Adarê de bejn û bala xwe nîşan bide. Em ê xwe ji bo govenda 1’ê Nîsanê amade bikin. Em hemû gelên xwe vedixwînin qada mitîngê.” 
 
Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Yenîheşîrê Îbrahîm Çîçek û Belgîn Dîken, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut, Namzetên HDP’ê yên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr û Namzeta HDP’ê ya Peyasê Kezîban Yilmaz jî banga beşdariya mitîngê kirin û gotin ew li benda sed hezarane ku bi ruhê Newrozê beşdarî mîtîngê bibin.