Komek nû greva birçibûnê ya Mexmûrê dewir girt

  • 12:14 28 Adar 2019
  • Rojane
MEXMÛR -  Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 103’an de bi komek nû bi biryardarî dewam dike. 
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  16'ê Kanûnê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  greva birçibûnê hatibû destpêkirin, di roja 103’an de bi koma 35’an bi biryarî dewam dike. Beriya ku grev bê dewirgirtin merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de ji Meclîsa Gel a Wargehê Mehmûd Zêwkî axaftinek kir û bal kişand ser zext û zordariya AKP'ê ya li hemberî kurdan. 
 
Mehmûd di axatina xwe de bal kişand pakrewanên azadiyê û wiha got: "Em di kesayeta fermandarê mezin Mahsum Korkmaz de tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em bi saya van şehîdên ku di rojên wek roja îro de canê xwe fedakirine de heta van rojan hatine. Ji ber vê çendê dewletên faşîst di got ku me Gelê Kurd tune kiriye, lê belê hevalên me di girtîgehan de û ji derveyî girtîgehan dan nîşanda ku wê Gelê Kurd hertim hebe û wê li berxwe bide.” Mehmûd wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em dubare tevahî şehîdên hefteya qehremantiyê bi û heta dawiyê dê tekoşîna me ya li dijî faşîzmê berdewam bike. Emê hata dawiyê li pey doza xwe bin.”
 
Piştî axaftina Mehmûd li ser navê koma 34’an Abdullah Sipêrtî axivî û wiha got: “ Em tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em şehîdên hefteya qehremtiyê jî bi rêzdarî bibîrtînin. Em ê bi berxwedana xwe zilma li Îmraliyê bişkînin. Heta ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo neyê şikandin wê berxwedana me dewam bike. Ji bo vê jî em çalakvanên ku di greva birçîbûnê de silav dikin û ji tevan re serkeftinê dixwazin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok di roja 68’an de bi biryardariyek mezin dewam dike. Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo, Bijî berxwedana zindanan, kesek nikare roja me tarî bike" bi dawî bû.