15 kesên ji ber hilgirtina ala KJA'yê hatin darizandin beraet kirin

  • 11:53 28 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - 15 kesên ji ber ku di mîtînga HDP’ê de alên KJA, rengên kesk, sor û zer hilgirtin û hatin darizandin, beraet kirin. 
 
Danişîna 15 kesên ji ber ku di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 17’ê Hezîran 2018’an li Qada Bazarê ya Bakirkoyê hat lidarxistin de, alên Kongreya Jina Azad (KJA), rengên kesk, sor û zer hilgirtin, hatin binçavkirin û bi îdîya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz hat vekirin, li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Danişînê duh heya derengiya şevê berdewam kir. Parêzer û hin kesên ne girtî beşdarî danişînê bûn. Piştî danasînê nasnameyê danişînê dest pê kir.
 
Dûre parêzer Ferdî Yaman, parastin kir û wiha got: “Di çanteyê muwekîlên wî de rengên kes, sor zer hatin dîtin. Dîsan alên KJA weke sûc hatine dîtin. KJA tê wateya Kongreya Jinên Azad. Yek ji van jî ne dij qanûnîne. Ez beraeta muwekîlên xwe daxwaz dikim.” 
 
Şandeya dadgehê, piştî parastinê ji bo 15 kesan biryara beraetê da. Dûre dozger biryara dadgehê îtîraz kir.