Namzetên HDP’ê yên Amedê protokola zelaliyê îmze kirin
- 11:35 28 Adar 2019
- Rojane
AMED - Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin û Navçeyên Navendî yên Amedê taahudnameya “Bajarê Dostê Jinê", “Protokola Gîhandina Ji bo Astengdaran" û “Zelaliya Rêveberiya Herêmî" îmze kir.
“Taahutnameya Zelaliyê ya Rêveberiyên Herêmî" ya Komeleya Zelaliyê ya Navneteweyî, "Taahutnameya Bajarê Dostê Jinê" ya Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin (KA-DER) û "Protokolo Gîhandina Ji bo Astengdaran" ya Konfederasyona Astengdaran a Tirkiyeyê amade kiribû pêşkêşî namzetên HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin û Namzetên Navçeyên Navendî kir. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanık û Selçuk Mızraklı, Namzetên Hevşaredariya Yenişehîrê Îbrahim Çiçek û Belgîn Dîken, Namzetên Hevşaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, Namzetên Rezanê Zubeyde Zumrut û Zeyat Ceylan û Namzetên Peyasê Keziban Yılmaz û Necatî Pîrînççîoglu, li avahiya HDP'e ya Amedê taahhutname îmze kir. Di protokolê de Seroke Meclîsa Astengdaran a Amedê Hakan Arî, diyar kir ku ji bo şertê jiyana wekhev ev protolok amade kirine û wiha got: “Ji ber ku namzetên me li hemberî astengdaran hestiyar tev geriyan û daxwazên wan li ber çavan girtin em spas dikin."
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a amedê Hulya Alokmen Uyanik jî anî ziman ku îmzekirina vê protokolê ji bo wan rûmet e. Namzet Selçuk Mızraklı ji anî ziman ku li Amedê 120 hezar astengdar dijîn û wiha got: "Koma civakê ya herî mezin e û di her qadên jiyanê de hene. Em armanc dikin ku bajarekî bê asteng ava bikin. "
Namzetan piştî axaftinê protokol îmze kirin.