Newroz bi gulên diçîne debara xwe dike

  • 10:58 28 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Newroz Ezet temenê wê 31 saliye û ev du salin li Silêmaniyê bi karê çandina gulan û şitlan mijûle. Newroz gulên diçine difiroşe û pê debara xwe dike.  
 
Li Silêmaniyê ev du salin jina bi navê Newroz Ezet gulan diçîne û di firoşe. Ferqa vê gulfiroşê ji gulfiroşên din ew e ku gulên wê ne ji derveyî Herêma Federal a Kurdistanê tên. Ew bi xwe tovê gulan diçîne û gulên ku şîn tên difiroşe.
 
Jina bi navê Newroz Ezet temenê wê 31 sale û li Silêmaniye ji dayîk bûye. Ev du salin li taxa Ewalîşareka Silêmaniyê dijî,  bi karê çandina gulan û şitlan mijûl e, dema ew gul çêdibin jî difiroşe. Newroz diyar kir ku heskirina wê ya ji vî karî re hîn di zaroktî de dest pê kiriye. Newroz di destpêkê de li mala xwe, li  ser banê xanî di guldankan de çend gulan diçîne û piştre vî karê xwe hîn mezintir dike.
 
Newroz di hewşa mala xwe de nêzî 150 cûreyên gulan çandiye û hewşa mala xwe bi gulan xemilandiye. Ji ber vê yekê welatî ji mala wê re dibêjin "mala gulan." Newroz bi alîkariya hevserê xwe karê xwe bi rêve dibe. Wê bi 20 cûrên gulan  bi hezaran guldank di zeviyeke nêzî 500 metre de çandiye û wê di dema bê de van gulan berhev bike. Newroz bal kişand ser gulfiroşên din û wiha got: "Ez bi xwe gulan diçînim û çend cûreyên cûda yên axê tevlihev dikim û gulên min wisa berhem digirin. Ez ji karê xwe û gulên xwe gelek hez dikim û her gulek ku tû jê hezbikî, hevalekî te yê herî baş ê. Ez ji hikûmeta herêmê û aliyên peywendîdar alîkariyê dixwazim ji bo ku ez karê xwe berfirehtir bikim. Her wiha divê derfetên karên bi vî rengî berfirehtir bikin ku bila jin sûde jê bigrin."