'Serkeftina QSD'ê serkeftina Êzidiyan e'
- 10:23 28 Adar 2019
- Rojane
Delîl Axîn
ŞENGAL - Endama TAJÊ Nafiya Mêşo diyar kir ku serkeftina şervanên QSD'ê wekî tolgirtina jinên Êzidî û serkeftina Kurdên Êzidî ne.
DAÎŞ’ê ku bi hovîtiya xwe tê naskirin, berê xwe dida ku derê talan dikir û gel di qetlîamê re derbas dikir. Çeteyên DAÎŞ’e di 3'yê Tebaxa sala 2014'an de erîşî Şengalê kir û bi sedan kes qetil kir. Her wiha bi hezaran jin û zarokên Êzidî rehîn girt. Hezên YPG/YPJ Kurdên Êzidî parast û bi hezaran gel ji qetilkirine xelas kir. Heta roja îro jî di çarçoveya pêngava Bagera Cizîre de şervanên QSD, YPG û YPJ'ê gelek jin û zarokên Êzidî ji destê DAÎŞ’e xelas kirin. Derbarê dawîanîna DAÎŞ’ê û serkeftina hêzên QSD'ê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nafiya Mêşo nirxand û got serkeftina QSD'ê serkeftina Êzidiyan e. Nafiya bi vî awayî nêrînên xwe anî ziman û got:"Yê ku xwedî li Êzidiyan derket û li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bi biryar şer kir şervanên azadiyê bûn."
'Berxwedan û vîna azad heta dawiyê gel parast'
Nafiya got:"DAÎŞ di destpêkê de xwe li Musil, Tilefer, Beec, Şengal, Reqa, Minbiç û Derazorê bi rêxistin kir. Em dikarin bêjin ku DAÎŞ nîvî zêdetir axa Iraq û Suriyeyê xist bin kontrola xwe. Şengal bi fikir û ramanên Rêber Apo hat rizgarkirin. Berxwedana şagirtan bi fikir û ramanên Rêber Apo bi ser ket. Yê ku xwedî li Êzidiyan derket û li hemberê çeteyên DAÎŞ’ê bi biryar şer kir şervanên azadiye bûn. Kobanê û Şengal bi berxwedanek mezin hat rizgarkirin. Ya ku li Kobanê û Şengalê bi ser ketiye, fikir û ramanên azadîyê yê Rêber Apo ye. Berxwedan û vîna azad heta dawiyê gel parast. Herî dawî jî li Baxozê bi ser ket. Ev ji bo hemû gelan serkeftinek dîrokî û bi nirx e."
'Berxwedan û têkoşîn mezintir bûn'
Nafiya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a di nav berxwedana dîrokî de û wiha got: “Yê ku herî zêde êş ji destê DAÎŞ’ê kişand û bû hedefa çeteyên hov jin bûn. Bi taybet jî di fermana 74’an de li ser Êzîdiyan ji destê DAÎŞ’ê ve hat kirin em vê rastiyê baştir dibînin. Bi hezaran jinên Êzidî dîl ketin destê DAÎŞ’ê û bi sedan jin jî hatin qetilkirin. Tevî hemû zor û zehmetiyan jinên Êzidî xwe rexistin kirin û berxwedan û têkoşînek mezin derxistin holê. Jinên Êzidî bi rexistinkirina xwe tola hemû jinan rakir. Şervanên azadiyê bi peşengiya jinên têkoşer serkeftinek dîrokî bi dest xist. Ev serkeftina hemû gelên azadîxwaz in."
'Gelek lîstok li ser me hene'
Endama TAJÊ Nafiya Mêşo bal kişand ser birêxistinbûna jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêviya min ji gelê me heye ku rêxistina xwe xurt bikin û hêza xwe ya cewherî mezintir bikin. Ji ber ku hemû cîhan şahîdiya serkeftina gelê birexistinkirî kir. Em bi vî awayî dikarin xwe û dîroka xwe biparêzin. Heke em xwe bi hêz nekin em ê hêj jî di nav xeteriyê de bin. Heta îro jî gelek lîstok li ser me hene. Em bi vî awayî dikarin van erîş û lîstokan vala derxin. Şehîdên ku di nav vê berxwedanê de xwe feda kirin bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Serkeftina şervanan serkeftina me ye û ya hemû Êzidiyan e."