Girtiyên li Girtîgeha Amedê Zulfiye Kîşmîr nivîsîn
- 09:26 28 Adar 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û bêyî îdianameya wê bê amadekirin ev salek zêde ye di girtîgehê de ye. Hevalên wê yên girtîgehê ku nameyek nivîsîn, sekna Zulfiyeyê ya ku 28 roj e di greva birçîbûnê de ye bi gotina ‘Jinek, dayikek, şoreşger û niha jî berxwedêr e’ vegotin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 141’emîn de didome. Piştî Leylayê bi heman daxwazê li hemû girtîgehan girtî tevlî grevê bûn û ji 1’ê Adarê û şûnde hejmara girtiyên ketin grevê gihaşt 7 hezarî.
Yek ji girtiyên ku ketiye greva birçîbûnê hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ya li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye û qeyûm tayînî şûna wê bûye ye. Zulfiye ji 1’ê Adarê de ye tevlî greva birçîbûnê bûye û bi hesreta kurê xwe yê 15 salî yê nexweşê epîlepsî Alîş, di şertên girtîgehê de têkoşînê dide.
Girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa E ya Amedê der barê rewşa Zulfiyeyê de nameyek nivîsîn û gotin:
“Kesên ku rastiyên civakî û hemû tiştên hatine jiyîn ji xwe re kirine rê û tê de dimeşin hene. Yek ji van rêwiyên pêvajoya dîrokî jî Zulfiye Kîşmîr e. Dayikek, jinek, şoreşgerek û niha jî berxwedêrek e. Zulfiye heval li girtîgeha Tîpa E ya Amedê tevlî xeleka berxwedanê bû. Tevlîbûna hevala Zulfiye bi qasî dilê wê mezin e.
‘Ev jiyan wisa nameşe’
Zulfiye salek berê ketiye girtîgehê. Hewl dide berpirsyariya xwe ya pêvajoyê bîne cih. Dema siyasetê de cih digire, hemû fikarên xwe dide alîkî. Dayika 3 zarokan e. Jinek zewicandiye; di serî de ji zarokên xwe re dibêje ‘Jiyan wisa nameşe, wisa nayê qebûlkirin’. Heta ket girtîgehê jî di siyasetê de cihê xwe girt. Ev salek nizane bi çi tê darizandin. Hebûna herî xweşik a li derve Zulfiyeyê dipê jî kurê wê Alîş e. Alîş nexweşê epîlepsî ye. Nikare bimeşe, nikare biaxive. Tevî 15 salî ye wek zarok dijî. Lê Zulfiye di jiyana xwe de vê bi hevalên xwe nade hîskirin û bi coş û moralek mezin têkoşîna jiyanê dide. Hezkirina wê ya hevalên wê ji çavên wê diyar dibe. Sekna wê gelek xurt e. Ji ber vê ye ku gelek tê hezkirin.
‘Xwedî seknek zelal e’
Hevala Zulfiye xwedî seknek xurt û zelal e. Di 17 salî de malbata wê bi tirsa ku wê tevlî gerîla bibe bi zor dizewicînin. Birayê wê tevlî dibe. Ewil vê bi cesareta mêr ve girê dide. Lê di nav demê de fêm dike ku her tişt bi îradeyê pêkane. Zulfiye diyar dike ku ‘ew bi pevçûnên bi malbata xwe re hatiye vê astê’.
Hevala Zulfiye 1’ê Adarê de di berxwedanê de cih digire. Zulfiye diyar dike ku wê bibe xwedî sekneke ku xeyalên nîvco mayî yên Ugur, Zulkuf, Ayten, Zehra û Medyayê wê bi serkeftinê tacîdar bike. Em jî hevalên Zulfiyeyê diyar dikin ku li dora sekna xurt ya gelê Kurd û jinên Kurd bibin xelek û bi biryar têkoşîna xwe bidin meşandin. Em dibêjin jî ‘Yan jiyanek azad an jî qet’.”