'Pêkanînên metakirina jinê ya zîhniyeta serdest a mêr heta îro hatiye'

  • 09:22 28 Adar 2019
  • Rojane
Hamdiye Çîftçî
 
WAN - Civaknas Încî Uyar diyar kir ku pêkanînên metakirina jinê ya zîhniyeta serdest a mêr heta îro hatiye û got yek ji van pêkanînan jî ‘qelend e’ û wiha got: “Ji bo pêşîgirtina vê divê rêveberiyek wekhev pêk bê. Perwerde û qanûn bê xurtkirin.”
 
Sevîm Akdag diyar kir ku civak çiqas pêş bikeve jî ji kokên pergala feodal xilas nebûne û wiha got: “Bav, bira, ap, dema keçên xwe an jî xwişkên xwe dizewicînin, pere dixwazin. Li ser jinê mijara bazarê ya wek li ser mal tê kirin. Ev jî her çiqas neyê axaftin jî di roja me de didome. Keç di temenê biçûk de tên zewicandin.  Qelend tê girtin. Kes vê nade sekinandin. Li ber çavên min mêr rûdinin bazarê dikin.  Bi 20 zêr, 30 zêr; 10 hezar , 20 hezar li ser bedena me biha datînin.”
 
‘Em vê pêkanîna dijmirovane qebûl nakin’
 
Sevîmê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ew vê pêkanîna dijminê jinê qebûl nakin û got ew dixwazin bila bê qedexekirin.
 
‘Li ser tu kesî biha nikare bê diyarkirin’
 
Dîlan Îta jî daxuyakirin ku tu mirov bi pereyan nikare bê nirxandin û wiha got: “Tu kes nikare jinan wek qurban bibîne.  Divê li ser jiyan û bedena mirovan dest neyê girtin. Îro beşek mezin a  cîhanê di serdema fezayiyan dijîn. Lê em hîna di bin navê kevneşopiyan de dijîn. Em vê zîhniyetê qebûl nakin. Divê tu jin qebûl neke.”
 
‘Nêrîn, beden, zîhn û rihê jinê hatiye dizîn’ 
 
Civaknas Încî Uyar jî destnîşan kir ku di civaka neolotîk de mêr û jin xwedî mafên wekhev bûye û balkişand ser van nokteyan: “Ev hevsengî bi nêçîra pîrebokan dest pê kirin, bi kolekirina jinê û ji xwezayê qutkirinê dest pê kir.  Fikr, nêrîn, beden, rih û zîhna jinê hatiye dizîn.  Jin hatine kolekirin û li bazaran hatine firotin. Tiştên îro em dijîn jî berdewama wê ye.  Bi têgehên zewacê jinê aydê mêran dibînin. Qelend wek bedela zaroka keç ku ji dema hatiye dinê heta dawî çi vexwariye, xwariye tê dîtin.  Di civakê de ‘mafê dayikê’ wek ‘pereyê şîr’ hat guhertin. Di civakan de hîna qelend normal tê dîtin. Îradeya jinê tune tê hesibandin, pereyê bedena wê tê dayîn. Ji bo pêşîgirtina vê divê rêveberiyek wekhev pêk bê. Perwerde û qanûn bê xurtkirin.”