Dayika girtî bertek nîşanî CPT da: Hûn çima nabihîzin, ciwan dimirin
- 09:18 28 Adar 2019
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Dayika girtiyê bi navê Mehmet Nezîr Gumuş yê li Girtîgeha Buca a Kiriklar girtiye û ji 1’ê Adarê de di grevê de ye, Hanîfe Gumuş bertek nîşanê bêdengiya rayagiştî ya netewî û navneteweyî da û bi gotina ‘Çima tu nabihîzî, ciwan dimrin’ bang li CPT kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 141’emîn de didome. Di 17’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê Zulkuf Gezen, di 23’ê Adarê de li girtîgeha Gebze a Jinan Ayten Beçet, di 24’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Oltu Zehra Saglam, di 25’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî Medya Çinar li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha cenazeyên girtiyan bi veşartî hatin şandin û hêrs û bertekên gel jî li dijî vê berdewam dike.
Rêvebera DBP’a Îzmîrê Hayat Îzgî bang li rayedaran kir ku peywira xwe bînin cih û got: “Birêz Ocalan jî xwedî mafên hiqûqî ye. Divê qanûnên neteweyî û navneteweyî ji bo her kesî bi awayekî wekhev pêk bên.”
‘Berpirsê tabutên ji girtîgehê derket kî ne?
Hafîse Ataç ku tevlî çalakiya runiştinê ya her hefte roja şemiyê ji bo girtiyan pêk tê bû, da zanîn ku ji mirinên girtîgehan her kes berpirse û wiha got: “Îro hatine vê astê. Rêbertiya me tenê aştî, demokrasî û nasname xwest. Çima tecrîd li ser heye? Ev 20 sale di girtîgehê de ye. Mifteya aştî û demokrasiyê jî destê wî de ye. Dewleta Tirk dibêje em mislimanin. Lê tabutên ji girtîgehê derdikevin berpirsê wê kîne. Em nikarin tiştekî bikin, kezeba me dişewite. Hemû kesên li girtîgehê zarokên min in.”
‘Em cenazeyan naxwazin’
Jina bi navê Hanîfe Gumuş jî diyar kir ku kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş yê 20 sale girtiye 25 roje li girtîgeha Buca Kiriklar di grevê de ye û hevalê wî yê koxuşê Abdullah Oral re 90 roje grevê de ye. Hanîfeyê wiha got: “Ava koxuşan hatiye birîn. Bihayên kantînan pir bihane. Neçar dimînin ava ji kaniyan tên vexwin. Di girtîgehê de girtîgeh tê jiyîn. Êdî tehemula me ji bo nûçeyên mirinê tune. Dewleta Tirk cenazeyên me jî nadin. Em êdî vê zilmê qebûl nakin. Divê her kes serê xwe bilind bike û li dijî zilmê dengê xwe bilind bike. Ez bang li CPT’ê dikim; Hun çima nabihîzin. Ciwan dimrin. Hemû dewlet li dijî vê zilmê bêdeng dimînin. Divê hemû kesê demokrasiyê diparêzin bêdeng nemînin.”