Ji HDP’ê banga 31’ê Adarê: Em xwedî li dengên xwe derkevin
- 09:07 28 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Ji hilbijartinan demek kurt ma û xebatên perwerdehiya ewlehiya sindoqan didome. Yek ji bajarên ku perwerde lê didome Enqere ye. Namzeta endama Meclîsa Şaredariya Çankaya ya HDP’ê Turkan Demîr got ji bo di meclîsên şaredariyê de bibin xwedî gotin bi xwe bawer e û bang li hemû gel kirin ku xwedî li sindoqan derkevin.
Fîlîz Kerestecîoglu ji navçeya Çanakaya ya Enqereyê ji HDP’ê bû namzeta hevşaredariyê û di endamtiyên meclîsê de jî gelek jin jî hene. Yek ji van jî Turkan Demîr e. Turkanê der barê ewlehiya hilbijartinan de nirxandin kir.
Turkanê bi lêv kir ku Çankaya xwedî rêjeya dengên zêde ye û got ew dixwazin li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bibin xwedî gotin û got: “Me li Çankayayê berê jî parlamenter derxist.Çankaya navçeyek mezin e. Pêşeroja Enqereyê diyar dike. Me xebatên ewlehiya hilbijartinan jî zêde kir. Li 168 dibistan û hezar û 670 sindoqî hevalên peywirdar hene. Me der barê vê de xebatek mezin meşand.”
‘Ji bîstanên bajar ber bi demokrasiya bajar ve’
Turkanê destnîşan kir ku Çankaya di heman demê de navçeya herî mezin a Tirkiyeyê ye û qadên çandiniyê jî lê zêde ne û wiha pê de çû: “Ji sedî 30 qada çandinî û şînahî yê ye. Em dikarin pêşî li îmarê bigirin û demokrasiya bajar ava bikin. Me bi şîara ‘ji bîstanên bajar ber bi demokrasiya bajar ve’ xebat meşand. Armanca me ev e ku em muxalefeta bajar rêxistin bikin.”
‘Ji bo guherîna jiyanan HDP’
Turkanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew dixwazin li bajarên herêmê şaredariyan ji qeyûman xilas bikin û hejmara şaredariyên heyî zêde bikin û wiha dawî lê anî: “ Hemû kesên demokrasiyê dixwazin divê dengan bidin HDP’ê. Em dixwazin li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî endamên meclîsê hebin, em dixwazin em jî gotina xwe bêjin. Em dixwazin xebatên rêxistinbûna xwe bikin. HDP xwedî hêza sereke ya ku qedera Tirkiyeyê diguhere ye. Perspektîfa rast a hilbijartinê perspektîfa HDP’ê ye. Ez bang li hemû welatiyan dikim ku xwedî li sindoqan derkevin.”