'Em ê xeyalên Egîd û rêhevalên wî pêk bînin, Kurdistanek azad ava bikin'

  • 09:02 28 Adar 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Di 33’emîn salvegera  şehadeta  Egîd de Endama Saziya Malbatên Şehîdan Necah Gulo hestê xwe  parve kir û got:" Guleya yekemîn a Egîd di cîhanê de deng veda. Ciwanên Kurdistanê bi vê yekê xurtir bûn."
 
Mahsûn Korkmaz ( Egîd) di sala 1956’an de li Navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê ji dayik bû. Di temenekî ciwan de malbata wî koçî Êlihê dibe. Bi riya Mazlûm Dogan  di sala 1970’an de tevgera azadiyê nas dike. Egîd di pêngava 15’ê Tebaxê de rolekîpir girîng dileyîze. Egîd di 28’ê Adara 1986’an de li Çoltera Çiyayê Gabarê yê Şirnexê beşdarî karwanê nemiran dibe. Der barê mijarê de Endama Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) ya Kantona Qamişloyê  Necah Gulo got:"Heta ku em sax bin em ê di şopa Şehîdên xwe de têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bi têkoşîna Egîd me Tevgera Azadiyê nas kir'
 
Necah Gulo wiha dest bi gotinên xwe kir: "Em wek malbat tevgera Azadiyê nas dikin. Bi têkoşîna ev yek zêdetir bû. Heger lehengên wekî Egîd tunebaya dê ev têkoşîn mezin nebûya. Guleya yekem li her aliyê cîhanê deng veda. Bû sedema têkoşîn û hewldanek mezin. Baweriya Gelê Kurd xurtir kir. Bi sedan ciwanên Kurdistanê berê xwe dan çiyayê têkêoşînê, berxwedana xwe bi Egîd re kirin yek. Em ê jî her şopdarê vê berxwedanê bin."
 
'Berxwedana Egîd bi nirx û pîroz e'
 
Necahê wiha bi dawî kir:"Berxwedana Egîd bi nirx û pîroz e. Têkoşîna Egîd ji bo rûmet û azadiya Kurdistanê bi nirx e. Egîd cihekî teybet di dilê tevahî Kurdan de ava kir. Ji bo bandor û têkoşîna wî bi hezaran dayikan navê zarokên xwe kirin Egîd, ku ew jî li ser şopa fermandarê mezin Egîd têkoşînek bêhempa bidin meşandin. Guleya yekemîn a Egîd di cîhanê de deng veda. Ciwanên Kurdistanê bi vê yekê xurtir bûn. Heta ku em sax bin em ê di şopa Şehîdên xwe de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê xeyalên Egîd û rêhevalên wî pêk bînin, Kurdistanek azad ava bikin."