ROJEVA 28'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 28 Adar 2019
  • Rojev
*Di 33’emîn salvegera  şehadeta  Egîd de Endama Saziya Malbatên Şehîdan Necah Gulo hestê xwe  parve kir û got:" Guleya yekemîn a Egîd di cîhanê de deng veda. Ciwanên Kurdistanê bi vê yekê xurtir bûn." DÎMEN HEYE
 
* Ji hilbijartinan demek kurt ma û xebatên perwerdehiya ewlehiya sindoqan didome. Yek ji bajarên ku perwerde lê didome Enqere ye. Namzeta endama Meclîsa Şaredariya Çankaya ya HDP’ê Turkan Demîr got ji bo di meclîsên şaredariyê de bibin xwedî gotin bi xwe bawer e û bang li hemû gel kirin ku xwedî li sindoqan derkevin. DÎMEN HEYE
 
* Ji parêzerên ÎHD’ê Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir bi heyetek serbixwe re li girtîgehan geriyane û dest bi amadekirina raporan kirine. Zeynebê bi lêv kir ku binpêkirinên mafan êdî bi awayekî sîstematîk pêk tên û got: “Hema li hemû girtîgehan lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Hinek bi cezayên dîsîplînê hatine tecziyekirin.”
 
*Namzetên meclîsa şaredariya Cizîrê bang li gel kir ku xwedî hem li dengên xwe hem jî li sindoqan derkevin.  Helîz Kolanç û Behiye Başer wiha gotin: “Divê her kes di sê salên dawî de çi jiyane bînin bîra xwe û biçin dengên xwe bikar bînin. Em ê bi roj li ser sindoqan bi şev jî di govenda serkeftinê de bin.”DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya, da zanîn ku di hiqûqa îslamê de cenazeyê dijmin jî divê destnedana wê heye û got: “Desthilatdariya AKP’ê ligel vê zilmê, wek desthilatdariya ku cenaze revandiye jî derbasî dîrokê bû. Ev desthilatdarî wê rojekê tune bibe û biçe.  Wê mirovahî jî bi şerm vê desthilatdariyê bi bîr bîne.”DÎMEN HEYE
 
*Civaknas Încî Uyar diyar kir ku pêkanînên metakirina jinê ya zîhniyeta serdest a mêr heta îro hatiye û got yek ji van pêkanînan jî ‘qelend e’ û wiha got: “Ji bo pêşîgirtina vê divê rêveberiyek wekhev pêk bê. Perwerde û qanûn bê xurtkirin.”DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê bi navê Mehmet Nezîr Gumuş yê li Girtîgeha Buca a Kiriklar  girtiye û ji 1’ê Adarê de di grevê de ye, Hanîfe Gumuş bertek nîşanê bêdengiya rayagiştî ya netewî û navneteweyî da û bi gotina ‘Çima tu nabihîzî, ciwan dimrin’ bang li CPT kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û bêyî îdianameya wê bê amadekirin ev salek zêde ye di girtîgehê de ye.  Hevalên wê yên girtîgehê ku nameyek nivîsîn, sekna Zulfiyeyê ya  ku 28 roj e di greva birçîbûnê de ye bi gotina ‘Jinek, dayikek, şoreşger û niha jî berxwedêr e’  vegotin. 
 
*Perava Îskelê ya Gola Wanê û Keleha Wanê digihand hev û qadek civakî ya girîng  a gel bû,  hat hilweşandin û vê rê li ber bertekan vekir.  Nazmeta Hevşaredariya HDP’ê ya Tuşbayê Ayşe Mînak wiha got: “Wan darek rakiribe em ê 10 daran biçînin. Peyzaja peravê wê piştî 31’ê Adarê ji nûve bê plankirin û çêkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama TAJÊ Nafiya Mêşo diyar kir ku serkeftina şervanên QSD'ê wekî tolgirtina jinên Êzidî  û serkeftina  Kurdên Êzidî ne.