Roja 1'emîn a diyaloga Sûriyê-Sûriyê bi dawî bû
- 18:31 27 Adar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Diyaloga Sûriyê bi Sûriyê re ya bi dirûşma "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve" hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 1'emîn de bi dawî bû.
Diyaloga Sûriyê-Sûriyê ku bi şêwazê sê maseyan hatibû amadekirin, bi beşdarbûna 132 delegeyên ku ji beşên civakê yên cuda hatibûn dest pê kiribû. Nîqaş bi maseya xwe ya yekê bi dawî bû û dê sibê jî maseya dawî were nîqaşkirin.
Di derbarê encama roja yekem ango maseya destûr û rêgezên Destûra Sûriyeya bingehîn de çalakvana siyasî ya serbixwe EbîrHesaf ji ajansa me re axivî.
Ebîrê diyar kir ku aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ye 9'emîn bûye. Hemû rûniştandin û kombûnên li derve ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine li darxistin, vala bûn û got: "Piştî serkeftina ku li Baxozê çêbû û DAIŞ tune bû qonaxeke nûh dest pê kir. Ev pêvajoya nûh, ji ber ku ber bi rewşa siyasî ve diçe em jî divê ku li ser pêşeroja xwe nîqaşên berfireh bikin. Di vê çarçoveyê de îro 3'emîn diyaloga Sûriyê bi suriyê re tê li darxistin. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê were hevbeşkirin ev diyalok tê dest pê kirin."
'Ber bi Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ve'
Ebîrê qala encamên roja yekemîn kir û wiha got: "Îro roja yekemîn bû. Di vê rojê de destûr û rêgezên Destûra Sûriyê hatin nîqaşkirin. Gelek nêrîn derketin holê, ku em karibin bi nêrîneke guncavtir, kêmasiyên Destûra Sûriyê ava bikin. Roja duyemîn jî dê maseya Nexşeya çareserkirina aloziya Sûriyê were guftogokirin. Rêbazên ku em bikar tînin û rêgezên hatine diyarkirin pêk bînin. Şêwazên ku êdî aloziya Sûriyê bi dawî bibe û em berê xwe bidin Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk. Hemû gelên Sûriyê bi reng, nasname û hebûna xwe tê de bijîn."
Diyalog li ser bingeha 2 rojan hatiye destpêkirin. Sibê jî wê maseya nexşeya çareseriya aloziya Sûriyeyê were guftogokirin.