Li Mûşê piştî mîtîngê 3 kes hatin binçavkirin

  • 17:07 27 Adar 2019
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûşê polîsan êrîşî girseya ku piştî Mîtînga hilbijartinê ya bi tevlibûna Perwîn Buldan hat li darixstin kir û 3 kes binçav kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Muştê di çarçoveya hilbijartinê de bi tevlibûna Pervîn Buldan Mîtîng li dar xist .Piştî ku mîtîng bi dawî bû girseya tevli mîtîngê bû xest bimeşe. Girse bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" dest bi meşê kir û polîsan jî êrîşî girseyê kir .Di encama êrîşa ku hat kirin 3 kes hatin binçavkirin.