Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Em zilmê qebûl nakin

  • 16:45 27 Adar 2019
  • Rojane
SÊRT - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxuyanî da. Dayikan diyar kirin ku tecrîd mirine û xwest tecrîd bi dawî bibe. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê ya Sêrtê daxuyanî dan. Li salona civînê poster û wêneyên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar, Zehra Saglam û Medya Çinar ên bi armanca tecrîdê şermezar bikin dawi li jiyana xwe anîn vekirin. Dîsa li salonê pankarta "Tecrîd mirin e, bila mirin bi dawî bibe" vekirin. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Şirin Nas axivî û wiha got: "Kurê min 7 salin girtî ye. Em li pey daxwazên zarokên xwe nin. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Em jî li gel zarokên xwe di greva birçîbûnê de ne. Ger ku zarokên me ne aram û bi shet bin, em jî aram nabin. Em dibêjin bila dilê tu dayikê neşewite. Bila ji tu aliyan mirov nemirin. Em aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin. Dinya alem jî dizane heta dawî em li pişt daxwazên zarokên xwe ne û em ê heta dawî li pişt daxwazên zarokên xwe bin." 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hazal Kaçar jî got: "Em zilmê qebûl nakin. Ji ber kesên ji yana xwe ji dest dane em sersaxiyê ji gelê Kurd dixwazin. Kurê min li Girtîgeha Xarpêtê 9 salin girtî ye. Divê ev zilm û zordarî bi dawî bibe. Em dibêjin tecrîd mirine bila mirin bi dawî bibe."