'Pêwist e ku rê li pêşiya qetilkirina jinan were girtin'
- 16:09 27 Adar 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan - Diyana Mihemed
QAMIŞLO - Li Kuçeya Kornîş a Qamişloyê jina bi navê Hêlîn Kisra a ku xwediyê du zarokan bû, ji aliyê mêrê bi wê re zewicî ve hat qetilkirin.
Li Kuçeya Kornîş a Qamişloyê jina bi navê Hêlîn Kisra a ku xwediyê du zarokan bû, ji aliyê mêrê bi wê re zewicî ve hat qetilkirin.
Têkildarî Mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star Munewer Xalid nirxadn kir û ev bûyera xemgîn di derheqê jina ciwan şermezar kir.
Munewer diyar kir ku êdî zihniyeta DAIŞ'ê di pêşengtiya YPJ'ê hat hilweşandin, lê belê jin hîn rastî zihniyeta desthildar û paşverû dibin û wiha got: "Tevî têkoşîna Heyî ji bo parastina jinan lê hîn jin rastî gelek bûyerên bi êş tên. Bi awayên herî hovane jin tên qetil kirin. Dîsa jinek bi awayê herî hov û bi şidet hat kuştin. Ev zihniyeta baviksalarî di civakê de dibe sedema êş û aloziyên mezin."
'Encamê zewaca temenê biçûk bû sedemê qetil kirina Hêlîn'
Munewer wiha domand:" Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de me wek rêxstina Kongreya Star biryara qedexekirina zewaca bi temenê biçûk derxist û zagonên jin derketin holê. Lê belê hîn zewaça bi temenê biçûk çêdibe. Jina bi navê Hêlîn ya ku dayika du zaroka bû, dema ku temenê wê bû 14 salî hate zewican din. Encama zewaca Hêlîn di temenekî biçûk de bû sedema qetilkirina wê.Pêwist e ku rê li pêşiya qetilkirina jinan were girtin."
Munewer di dawiyê de wiha got:" Bang û hêviyên min ji jinan ku bi darê zorê keçên xwe nedin zewicandin. Ku ew jî rastî êş, işkence û qetilkirinê neyên."