ÎHD: Jiyan mafê her zarokî ye
- 15:50 27 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê Aryen Aslan, diyar kir ku tu proje û xebaten namzetên rêveberiyên herêmî yên Stenbolê ji bo zarokan tune û wiha got: “Mafê jiyanê mafê her zarokî yê bingehîn e. Divê li hemû taxan salonên sporê hebin û maşine bê pere zarokan bibin dibistanê.
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca daxwaz û mafên zarokan ên di rêveberiya herêmî ya 31'ê Adarê de ji namzet û encûmenên şaredariyan bixwazin li şaxa ÎHD'ê civina çapemeniyê pêk anîn. Li salona ku daxuyanî dan pankarta “Zarok jî deng didin" vekirin.
‘Bila dengê zarokan bê bihîstin'
Beriya daxuyaniyê Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku di bername û projeyên keya, namezên meclisa şaredariyê û namzetên şaredaran de ji bo zarokan tiştek tune û wiha axivî: "Ji bo em carek din daxwazên zarokan bînin ziman em vê civînê pêk tînin. Ji bo daxwaz û pirsgirêkên bajar heta niha gelek tişt anîn ziman. Lê der barê mafên zarokan de tu tişt neanîn ziman. Ji ber vê yekê em dixwazin li vir dengê zarokan bê bihîstin."
Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbkolê Aryen Aslan, destnîşan kir ku heta niha pirsgirêkên zarokan baş nehatine ziman û li daxwazên zarokan nehatiye guhdar kirin û wiha got: "Li ser hesabên dengan cih didin zarokan. Jiyan mafê her zarokî ye. Xizanî pirsgirêka herî mezin a zarokan e. Di atolyeya zarokan de daxwazên zarokan ên derketin pêş wina ne:
“* Ez dixwazim li hemû taxan slonên sporê bên avakirin. Li van salonan qadên gog, basket, jimnastik, bale, qadên cemedê, hawizê avjeniyê dixwazim.
* Em li hemû taxan derdorek pir paqiij dixwazin.
* Bila maşineyên di trafîkê de kêm bibin.
* Ji bo biçin dibistanê bila serwîsê dibistanê bê pere be.
* Bila li dibistanan 2 kantîn hebin.
* Ji bo ajotina Bisikletan bila qadên vala hebin.
* Peyarêyên em lê dimeşin kevir şikestî ne.
* Ez dixwazin li dibistanê Voleybol hebe û bi veleybolê bilîzim.
* Bila li her taxê park hebin. Ez dixwazin bi hevalên xwe re li parkan bilîzim.
* Bila li taxan fîlmên bê pere bên temaşekirin.
* Bila înternet bê sînor û bêpere be.
* Bila qadên lîstikê fireh bin."
Piştre vîdeoya ku daxwazên zarokan rêz dikin dan pêşandan.