Xizmên girtiyan li ber Wezareta dadê dest bi çalkiya rûniştinê kirin

  • 15:43 27 Adar 2019
  • Rojane
ENQERE - Daxwaza malbatên girtiyên li dijî tecrîda li mîraliyê di greva birçîbûnê de ne ku ji Stenbolê hatin û xwestin hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bikin, nehat qebûl kirin. Malbatan ji bo daxwazên xwe ragihînin li ber avahiya Wezareta Dadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dene, hatin Enqerê û xwestin bi rayedarên Wazareta Dadê re hevdîtinê bikin. Daxwaza 8 malbatên girtiyên çalakger ên ji Stenbolê hatin, bi hinceta rendevû negirtine, hat redkirin. 
 
Xizmên girtiyan, di heman demê de xwestin dosyeya derbarê grevên birçîbûnê de amadekiribûn, bidin wezaretê, lê dosya jî nehat qebûlkiirin. Xizmên girtiyan li ber  Wezareta Dadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.