Destûr nedan ku biçin gundê Medyayê

  • 15:42 27 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Xizmên Medya Çinar a bi armanca tecridê şermezar bike çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, ji Amedê çûn gundê Mêrgik û xwestin malbatê ziyaret bikin û sersaxiyê bixwazin. Lê di ketina gundê Mêrgik de leşkeran destûr nedan xizmên  Medya derbasî gund bibin.
 
Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi armanca tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 25'ê Adarê de çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Leşker û polîsan cenaze desteser kir û bi darê zorê û bi şev li gundê Mêrgikê yê Qosera Mêrdînê defin kirin. Dorpêça gund a ji aliyê leşkeran ve didome. Leşkerên ku gund dorpêç kirine destûr nadin kes derbasî gund bibin. 
 
Xizmên Medyayê yên ji Amedê xwestin biçin gundê Mêrgikê, di ketina gund de leşkeran ew rawestandin û destûr nedan ku biçin gund û xizmên Medyayê ji ber astengiya leşkeran neçar man ku paşve vegeriyan. 
 
Parlamenterên HDP'ê Tuma Çelîk, Pero Dundar, Ebru Gunay, Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz û Selçuk Mizrakli ji di nav de bi sedan kesên ku xwestin biçin gund, ji aliyê eskeran ve hatibûn asteng kirin. Her wiha Dayikên Aştiyê yên beriya cenaze çûbûn gund û leşkeran ew bi zorê ji gund derxistibûn.