Li gel barîna baranê bi sedan kesî got 'Bismil ya me ye'

  • 15:11 27 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Li Bismilê li gel barîna baranê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mîtîng hat lidarxistin û bi sedan kesên ku tevli mîtîngê bûn gotin "Bismil ya me ye"
 
Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşma "Ya me ye" mîtîng li dar xist.  Di mîtînga ku bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê pêk hat de namzedên hevşaredariyê yên HDP'ê yên navend û navçeyan û parlamentera Amedê Sermra Guzel jî cih girtin. Qad li gel barana zêde ku bariya bi sedan kesî li qada mîtîngê li gel dirûşmên, "Bismil ya me ye", "Bijî berxwdana zindanan" û  "Leyla Guven rûmeta me ye" di mîtîngê de cih girt.  
 
'Tecrîdê li dijî gelê me pêk tînin'
 
Di serî de namzeda hevşaredariyê ya Bismilê Gulşen Ozer  axivî û wiha got: "Em li qadan e, ji bo ku keda me û destkeftiyên me neyên dizîn.  Bismil ya me ye.  Em ji bo gelê xwe û ji bo Bismilê li vir in.  Ji me ditirsin.  Lê wê biçin. Wê gelê me wan bişîne. Em ê hesabê hemû pêkanînên dijmirovî bipirsin."
 
Namzedê hevşardariyê Ohrhan Ayaz jî got ku ji ber baranê ew naxwaze gel zêde biwestîne  û got ku ew ê ji qeyûman hesap bipirsin. 
 
Dema ku namezeda hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen jî derket ser dikê terez bariyan. Peywirdarên HDP'ê xwestin ku mîtînê bi dawî bikin. Lê gel xwest ku mîtîn bê berdewamkirin. Hulya Alokmen ji ber dibindemayîna baranê ya gel spasiya xwe xir û gel silav kir. 
 
'Her dengek hêvî ye'
 
Sezaî Temellî bi spaskirinê dest bi axaftina xw kir û wiha got: " Leyla Guven 140 rojin li dijî teridê di grevê deye û 140 rojin li vî welatî li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê têdikoşe.  li Hewlerê Naiır Yagiz û li hemû deverên cîhanê hevalên me li dijî tecrîdê di grevê de ne. Hevlên me dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Dixwazin ev bê hiqûqî û bê edaletî bi dawî bibe. Em ê nemirin, em ê bijîn û li ber xwe bidin têbikoşin. Heta tecrida li Îmraliyê bidome, edalet û hiqûq naye vî welatî. Em dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin Birêz Ocalan bi rêk û pêk bi parêzer û malbatna xwe re hevdîtin bikin. " 
 
Sezaî, herî dawî xwest her kes biçin ser sindoqan dengê xwe bidin, bibim muşahîd û li deng û sindoqan xwedî derkevin. sezaî, xwest her kes bi hev re li sindoqan xwedî derkevin, xwest teqez her kes biçin dengê xwe bidin û got her dengek hêvî ye. Sezaî, anî ziman ku di vê hilbijartinê de gel û HDP wê bi ser bikevin û demokrasî wê bi ser bikeve.