Dadgehê biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê
- 14:46 27 Adar 2019
- Rojane
AMED - 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 140 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi zorê bibin danişînê.
Der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” doz vekiribû. Bi hêceta ku Guven îfade nedaye dadgeha Rihayê, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna Guven a bi ferman hat dîtin.
Guven di 4’ê Nîsana 2017’an de beşdarî pîrozbahiya Rojbûna Ocalan a li gundê wî Amara ya Xalfetiya Rihayê bibû û hatibû binçavkirin û piştî hat berdan doz lê hatibû vekirin. Heman doz li xweşîk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan jî hatibû vekirin. Guven a 140 roj in di greva birçîbûnê de ye nikaribû beşdarî danişînê bibe û parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû. Serdar parastina wekîla xwe Leyla Guven kir û got ji ber di greva birçîbûnê de ye nikare beşdarî danişînê bibe. Serdar, got ew dixwazin doza miwekîla wî bi dawî bibe û bê beratkirin.
Dadgeha daxwaza Serdar red kir. Dadgehê biryar da ku nivîsa muzakereyê ji polîsan re bê nivîsandin û Leyla bi darê zorê bînin danişînê û doza taloq kir.