Li Şirnexê kelecana hilbijartinê didome: Gel ji bo mîtingê hat vexwandin

  • 14:42 27 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de serdanên ji bo gundan didomin. Gel ji bo mîtingê hat vexwandin.
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê demek kin ma. Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de serdanên ji bo gundan didomin. Gel ji bo mîtingê hat vexwandin. Ji Şirnek, Hezex û Cizîrê bi konvoyê HDP çû gundan. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariyê Nurcan Alturk, Hişyar Osal jî beşdarî serdanên ji bo gundan bûn. HDP bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin û govend hat gerandin. 
 
Li Cizîrê namzet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin
 
Li Cizîrê tevî namzetên hevserokatiyê yên HDP'ê Berîvan Kutlu, Mehmet Zirig heyeta HDP'ê gund ziyaret kir. Heyeta ku bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin bi gel re sohbetek dirêj kir. 
 
Li Hezexê jî tevî Parlamenterê HDP'ê Huseyin Kaçmaz ê Şirnexê, partîyiyan gund ziyaret kirin. 
 
Li Silopiyayê jî serdana gundan dewam kir. Heyetên ku gund ziyaret kirin gel dawetî mîtinga 30'ê Adarê ya ew ê li Şirnexê pêk were kir. 
 
Xebatên namzetan didomin.